‘Jinên kurd xwedî deng û hunera baş in’ 2020-08-05 09:03:29   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Rewşen El-Mihemed ya bi temenê xwe 20 salî ye û cihê xwe di nava koma Cûdî ya Çand û Hunerê de digire di derbarê girêdana  xwe ya  bi hunerê re wiha dibêjê: ”Jinên kurd xwedî deng û hunereke baş in.  Bi hêviya ku her jinek li dengê xwe xwedî derbikeve û hunera xwe ji bo civaka xwe pêşkêş bike.”   Di nava hemû beşên jiyanê de jin pêşengtiyê dike û hunera xwe bi rengên cuda diparêze. Dengbêja bi navê Rewşen El-Mihemed ya bi temenê xwe 20 salî ye ji bajarê Serêkaniyê ye. Piştî êrişên li ser bajarê wê Serêkaniyê ya ji aliyê dewleta tirk ve, niha li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê dimîne. Rewşen di Koma Cûdî ya Çand û Hunera Dêrikê de cih digire û domandina parastina xebeta xwe ya hunerî dike. Tevî rewşa wê ya koçberiyê jî, hezkirina xwe ya ji çanda xwe re bi dengê xwe pêşkêş dike. Têkildarî mijarê Rewşen El-Mihemed ji me re çîroka xwe û girêdana xwe ya bi hunerê parve kir.      ‘Bi rêya perwerdeya mamosteyên xwe min dengê xwe nas kir’   Rewşenê li ser çîroka dengbêjiya xwe wiha axivî: ”Dema ku ez biçûk bûm di dibistanê de hertim me di waneya mûzîkê de stran digotin. Mamoste û hevalên min ji min re digotin dengê te pir xweş e.  Di wê demê de min nizanîbû çawa dengê xwe ferq bikim. Piştî ez derbasî refa 6’an bûm mamosteya min ya mûzîkê ji min re got tu dengbêjeke xwedî hestên nazik î.  Wê demê ez ketim ferqê de ku pêwîst e ez li ser dengê xwe kar bikim û li pêş bixim.”   ‘Malbata min piştgiriya min kir’   Rewşenê di domandina axaftina xwe de qala piştgiriya malbata xwe ya ji bo gavên wê yên destpêkê yên di hunerê de kir û wiha domand: "Di zaroktiya xwe de  hertim min ji kesên derdora xwe re digot dema ez mezin bibim ez ê bibim hunermendeke  bi nav û deng. Stranan bibêjim û xwedî li dengê xwe derbikevim. Malbata min xwedî roleke pir girîng bûn ku ez xwedî li dengbêjiya xwe derbikevim. Min ser dengê xwe xebat kir û min pê re jî lêgerînên xwe ser pêşxistina hunerê xurt kir. Ji ber tenê min dizanîbû dengê min xweş e, lê tu tiştekî din ser hunerê min nizanîbû. Ez niha rehet dengê xwe pêşkêş dikim û gihaştim asteke zanebûnê ya di aliyê deng, rêbazê pêşkêşkirinê û herikîna hestê mirovan de."   ‘Ji bo pêşxistina hunera xwe ez tevlî çandê bûm’   Rewşenê bal kişand ser tevlîbûna xwe ya çand û hunerê û wiha pê de çû: “Beriya ku şer li Serêkaniyê dest pê bike, ez tevlî koma mûzîkê ya li navenda çand û hunera Serêkaniyê bûm.  Hinek nêrînên min di derbarê hunerê de çêbûn.  Piştî ku em ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûn, me berê xwe da bajarê Dêrikê da ku em li vir bijîn.  Tevî vê yekê jî ez bi israr bûm ku dengbêjiya xwe dewam bikim. Ev nêzî 3 meha ye ez li navenda Dîcle ya Dêrikê hunera xwe berdewam dikim.”   ‘Şoreşa Rojava rêya gelek derfetan vekir’   Rewşenê bal kişand ser kevneşopiyên dema berê, qedexekirina axaftin û stranan û wiha dirêjî da gotina xwe: ”Di dema berê de di civaka me de şerm bû ku jin bibe dengbêj û stranan bibêje. Zîhniyeta baviksalarî jiyana mirovan bê huner hiştibû. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek tişt hatin guhertin û derfetên pir mezin ji me re hatin dayin ku em bi hunera xwe re bijîn. Jinên kurd xwedî dengbêjiyên xweş in.  Bi hêviya ku her jinek li dengê xwe xwedî derbikeve û hunera xwe ji bo civaka xwe pêşkêş bike.”      ‘Em ê çanda xwe biparêzin’   Rewşenê wiha dawî li gotina xwe anî: “Dewleta tirk her tim êrişî çand û zimanê me dike, da ku civaka li gor xwe bide avakirin. Mirovan ji çanda wan dûr dixe û mafê wan yên jiyanê ji dest wan digire. Em weke jinên vî welatê pîroz  xwedî çandeke dewlemend in. Em ê xwedî li nirx û çanda xwe derbikevin û biparêzin.”