Ji bo protestoya konservatuarê banga piştgiriyê 2020-07-29 09:09:11   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Melodî Zengîn li dijî benda TYT ya Beşa Musîka Tirk a Konservatuarê ya Zanîngeha Egeyê ku ji 150’yî derxistin 200’î li ser çapemeniya civakî bi etîketa “#EgeBarajı150yap” çalakî da destpêkirin. Eylemê banga piştgiriyê kir û got divê ezmûna girtine pêş jî taloqî îlonê bibe.   Endama Genç Umut Melodî Zengîn ku ji bo beşa Musîkî ya Tirk a Dewletê ya Konservatura Zanîngeha Egeyê we amade dikir, diyar kir ku puanê bendê yê 150 bûye derketiye 200’î û got ev ne hiqûqî ye û divê bend bê xistin. Melodiyê ji bo vê jî bi etîketa “#EgeBarajı150yap” li ser çapemeniya civakî çalakî da destpêkirin.   ‘Keda me tê binpêkirin’   Melodiyê daxuyakirin ku derxistina puan a ji 150’yî derxistine 200’î di ser benda ku YOK’ê diyar kiriye de û daxuyaniya der barê mijarê de 3 hefte piştî ezmûna TYT’ê hatiye eşkerekirin. Melodî bi lêv kir ku her kesî xwe li gorî benda 150’yî amade kiriye û got: "Saleke me wêran bû. Me li ser twîtterê platformek bi navê Xwendekarên dikevin Ezmûna Zanîngeha Egeyê ava kir. Çalakiya hastag jî ev e “#EgeBarajı150yap”. Me bi saetan zanîngeha Egeyê û rektor Necdet Budak etîket kir."   ‘Pêkanînek dijhiqûqî’   Melodiyê daxuyakirin ku ezmûna wê di meha îlonê de bihata kirin kişandine tebaxê û got wan daxwaz kiriye ku ezmûn dîsa bikêşe meha îlonê. Melodî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Beşa Konservatura Zanîngeha Akdenîzê ezmûn bi hinceta pandemîyê hatin rakirin. Hêvîdar im ev li zanîngehên din belav nebe. Ev êrîşek li hember akademiya hunerî ye. Ev pêkanînek dijhiqûqî ye.”