'Bi nanê sêlê em çanda kevnar zindî dikin' 2020-07-29 09:08:11   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Jina bi navê Esiye Kûse ya ji gundê Ehrezê ya Şehbayê ye û kevneşopiya lêxistina nanê sêlê dewam dike da zanîn ku ew ji 16 saliya xwe heta niha nanê sêlê lêdixe û wiha got: "Em bi çêkirina nanê tenûrê rojên berê ên kevnar zindî dikin û keda destên dayikên xwe diparêzin. Bi nanê sêlê em çanda kevnar zindî dikin."   Ji kevnariya dîroka Gelê Kurd de, her jin ji bo aboriya malbetê xurt bikin bi keda destên xwe tiştan ava dikin, yek ji wan çêkirina nanê sêlê ye. Gelê Ehrezê jî yek ji van şêniyên ku parastina keda destên dapîrên xwe dikin û heta roja îro her zindî dikin. Jina bi navê Esiye Kûse 50 salî ye û ji gundê Ehrezê ya Kantona Şehbayê dijî. Heta roja îro debara malbata xwe bi nanê sêlê bi rê ve dibe. Esiye derbarê çêkirin û amadekariya nanê sêlê de axivî.    'Di 16 saliya xwe de fêrî karê çêkirina nan bûm'   Esiye dest nîşanî fêrbûna xwe ya çêkirina nanê tenûrê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Her dayika min dixwest ez fêrî çêkirina nanê tenûrê bibim, lê ji ber em li bajarê Helebê mezin bûne xwesteka min a ji bo fêrbûnê re tune bû. Lê dayika hevjînê min ez fêrî nanê tenûrê kirim. Piştî ku fêr bûm êdî li şûna dayika hevjînê xwe min nan çêdikir. Di 16 saliya xwe de fêrî karê çêkirina nan bûm."   'Her roj nanê sêlê çêdikim'   Esiye balkişand ser amadekariya nan û wiha pê de çû: "Em ji ard, av û xwê hevîrê nan çêdikin. Nan li ser agir tê çêkirin û paşê tê xwarin. Em her çendî rojan nanê sêlê çêdikin ji bo keda destên dayikên xwe ji bîr nekin. Em ê her û her çanda xwe ya kevnar ji tunebûnê biparêzin."   'Bin çanda me hebûna me li ber çav e'   Esiye herî dawî balkişand ser parastina çanda wan û wiha bi dawî kir: "Jin pêşenga civakê ne û yên ku civaka xwe xwedî dike û pêşeroja wan difikire jin e. Ji bo wê me jî vê çanda kevin ji dayik û dabirên xwe girtiye û em ê jî ji pêşerojê re bihêlin. Ji ber mirov bi çanda xwe hebûna xwe diyar dike. Em ê jî di her kêliya jiyana xwe de çanda xwe zindî bikin û hebûna xwe nadin jibîrkirin. Bin çanda me hebûna me li ber çav e."