Meşa ku bapîran dest pê kir neviyên wan dewam dikin 2020-07-25 09:15:28   Hêlîn Mihemed   QAMIŞLO - Mamosteya bi navê Dîlber Ehmed a ku di pêşengeha Ş.Herekol de pirtûka bapîrê xwe îmze kir wiha got: “Di vê pêşengehê de min xwest ez şopa bapîrê xwe dewam bikim. Dîrok ku li pey xwe hiştiye, ked û çîrokên wî di pêşengehê de pêşkêş bikim û biparêzim.”   Bi vekirina çaremîn pêşengeha Ş.Herekol, nivîskar, weşanger û rewşenbîr ji Herêma Cizîrê tê de pirtûkên xwe pêşkêş dikin.  Hin beşdarvan bi pirtûk û berhemên xwe tevlî bûn, hinek jî wekî xwendevan tên ji xwe re li pêşengehê temaşe dikin û pirtûkan ji xwe re digirin. Di pêşengehê de pir mirovên xwedî qîmet û fikirên wan dewlemd hene. Mamosteya bi navê Dîlber Ehmed a ji Hesekê ye,  bi pirtûka bapîrê xwe tevlî pêşangehê bûye. Bapîrê Dîlber çûye ser dilovaniya xwe, lê li pey xwe mîraseke dîrokî û çandeke dewlemend hiştiye ku neviya wî piştî wî dewam bike. Hêjayî bi bîr xistinê ku bapîrê Dîlber Nivîskar Mecîd Hûseyên Abd-El Rehman e. Bi navê Mecîdê Xerzî dihate nasîn, di sala 1937'an de ji dayik bû û di 6'ê Gulana 2004'an de çûye ser dilovaniya xwe.   Têkildarî danasîna serpêhatiya rêwîtiya bapîrê xwe di komkirina mînak, gotinên dîrokî û pêşiyên Kurdî de Dîlber ji me re axivî.    'Bapîrê min evîndarê zimanê Kurdî bû'   Dîlber got ku bapîrê wê aşiqê kurdewariyê bû û wiha dom kir: "Bapîrê min evîndarekî zimanê kurdî bû.  Hertim di nava herêman de digeriya, ji xwe re çîrokên nû keşif dikir û dinivîsand. Bapîrê min semîner û civîn ji ciwanan re derbarê hînbûna zimanê resen ê kurdî li dar dixist. Da ku mîrasê dewlemendiya ziman neyê helandin û nifşên li pey wî biparêzin."   'Bapîrê min dibistaneke dewlend bû'    Dîlber destnîşan kir ku bapîrê wê qet neçû dibistanê fêr nebû, lê ji xwe re dibistaneke di mêjiyê xwe de ava kiribû û wiha pêde çû: "Bapîrê min berê li bazaran hêk difirot.  Tenê ji bo heqê pênûsekê ji xwe re peyda bike, ev kar dikir. Ji bo fêrî nivîsandinê bibe di nava lêgerînan de bû û gihaşt amancên xwe. Bapîrê min qet neçûye dibistanê lê ji xwe re dibistaneke di mêjiyê xwe de ava kiribû. Fêrî zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî bû."   'Min hemû berhemên bapîrê xwe kom kir û amade kir'   Dîlber da zanîn ku bapîrê wê gelek helbestên xwe yên kevnar, gotinên pêşiyan, roman û çîrokên zarokan her wiha gotar nivîsandibûn û wiha dirêjî da gotina xwe: "Min hemû berhemên bapîrê xwe kom kir û amade kir. Min xwest ez  pirtûkên  wî beşdarî pêşengeha Ş.Herekol bikim. Fikirê ku berî dehê salan bapîrê min li ser dixebitî  îro di pêşengehê hat weşandin."   'Armanca min navê wî jî di dîrokê de bimîne'   Dîlber bal kişand ser berpirsyartiya xwe wekî neviya bapîrê xwe di parastin û weşandina fikrên wî de û wiha domand: "Di civakê de herî zêde mirov di warê gihandina armanca xwe de girîngiyê didin nevî an jî zarokên xwe. Ez jî weke neviya bapîrê xwe, min ev berpirsyartî hilgirt ser milê xwe û min dikarîbû pirtûkên wî biparêzim. Ez dixwazim navê bapîrê xwe di nava pêlên dîrokê de bihêlim û li her devera Kurdistanê deng vede."   'Ez hebûna xwe di nava hestên wêjeyê de dibînim'     Dîlber da xuya kirin ku ew bi hestên xwe yên  wêjeyê hemû çandan hîs dike û wiha got: "Ez hebûna xwe di nava hestên wêjeyê de dibînim û pê re jî rengê hemû çandan hîs dikim. Ji ber vê yekê min ev pêşangeh ji roja yekem de hilbijart da ku pirtûka bapîrê min li vir were weşandin. Min sernavek hilbijartiye ku mîrateya kurdî eşkere dike. Ew jî (Gotinên rengîn ji kilotora zêrîn) e."   'Li erka xwe yê dîrokî xwedî derkevin'   Dîlber bi vê bangewaziyê  wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez her jinê teşwîq dikim ku têkoşîna dayik û bapîrên xwe ber bi pêşerojek baştir ve  bibin. Da ku hemû şaristanî û çandên bê cudahî nava xwe de qebûl bike. Li erka xwe ya dîrokî xwedî derkevin."