'Ez ê hovîtiya dagirkeran bi pênûsa xwe ji cîhanê re ragihînim' 2020-07-24 09:04:41   Sorgul Şêxo    QAMIŞLO - Endama Komîteya Wêjeya Rojavayê Kurdistanê Narîman Evdikê ku bi pirtûka xwe ya 'Berberoj' tevlî pêşengeha Şehîd Herekol bûye wiha dibêje: "Berberoj çîroka şervanên ku Serêkaniyê rizgar kirin û di oxira wê de hin perçeyên laşê xwe dan vedibêje. Bi rizgarkirina Serêkaniyê ya ji dagirkeran ez ê Berberoj 2 jî binivîsim û hovitiya xwînmijên li dijî Gelê Kurd ji cîhanê re vebêjim. Ez ê hovîtiya dagirkeran bi pênûsa xwe ji cîhanê re ragihînim."   Nivîsandina helbest, roman, pirtûk û çîrokan encama volkanên ku di hundirê mirov de dikele û bûyerên ku tên jiyîn e. Nivîskara jin û Endama Komîteya Wêjeya Rojavayê Kurdistanê Narîman Evdikê ku îsal bi pirtûka xwe ya bi navê Berberoj tevlî pêşengeha Şehîd Herekol bûye, ji Ajansa me re axivî.   'Pirtûka Berberoj xwedî hestên girîng e'   Narîmanê anî ziman ku ew sala duyemîn e bi berhemên xwe tevlî pêşengehê dibe û wiha dirêjî da gotina xwe: "4 sal in pêşengeha Şehîd Herekol tê lidarxistin, ez jî weke  endama komîteyê par bi du pirtûkên hevbeş, yek jê çîrok bûn û ya din jî bîranîna şervanekê bû tevlî bûm. Îsal ez bi pirtûka xwe yê bi navê Berberoj tevlî pêşengehê bûme, ji ber wê jî ez hestên kêfxweşiyê pir cuda di van kêliyan de hîs dikim. Min dikarî bû îsal şopa xwe bi nav û keda xwe li pêşengeha şehîd Herekol bixim û xwendevan sûdê ji min bigirin. Pirtûka Berberoj xwedî hestên girîng e."   'Min kêliyên berxwedanê nivîsand'   Narîmanê naveroka pirtûka xwe wiha vegot: "Min xwest di pirtûka xwe de tiştekî balkêş hebe, ji ber wê min dest bi guhdarkirina şervanên ku di şerê yekemîn ê Serêkaniyê de, di sala 2013'an de li ber xwe dane û di oxira azadî û rizgarkirina wê de hin parçeyên laşê xwe dane guhdar kir. Paşê wekî şahidê rizgarkirina Serêkaniyê, bi hemû kêliyên wê nivîsand û ew wekî pirtûk çap kir. Ez pir kêfxweş im ku min dikarîbû berxwedana şervanên rûmetê hember tarîtiya çeteyên ku xwestin reşahiya xwe li ser bajarê aşîtiyê Serêkaniyê feriz bikin, bikim wekî pirtûk û bigihêje ber destên her kesî. Min kêliyên berxwedanê nivîsand."   'Şer bandora xwe li ser wêjeyê kir'   Narîmanê bal kişand ser êrîşa dewleta tirk a li ser Serêkaniyê û bandora wê ya îro li ser pêşengehê û wiha pê de çû: "Bandora şer li ser tevahî qadên jiyanê û  di nav de jî  li wêje dike. Me wekî 4 nivîskarên jin ji Serêkaniyê xwe amade kiribû ku bi pirtûkên xwe reng bidin pêşengeha Şehîd Herekol, lê ji ber dagirkirina Serêkaniyê ya ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve, du nivîskarên me nikarîbûn bi berhemên xwe tevlî pêşengehê bibin. Niha em 2 nivîskar ji Serêkaniyê bi pirtûkên xwe tevlî pêşengehê bûne."   'Ez ê hovîtiya dagirkeran bi pênûsa xwe ji cîhanê re ragihînim'   Narîmanê da xuya kirin ku bi rizgarkirina Serêkaniyê ya ji dewleta tirk ew ê dest bi nivîsandina Berberoj 2 bike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dema ku min Berberoj 1 nivîsand ez li Serêkaniyê bûm, min ew şervanên ku şer kirin û bajar ji terorê rizgar kirin dîtin û wan bi xwe jî çîrokên xwe gotin. Niha ez dihizirim ku Berberoj 2 binivîsim, lê ji ber ku ez ne di nava kolanên Serêkaniyê û şervanên wê de me, zehmete ku ez binivîsim. Bi rizgarkirina Serêkaniyê re ez ê dest bi nivîsandina Berberoj 2 bikim û hovitiya dagirkeran bi pênûsa xwe ji cîhanê re ragihînim."