Li Mexmûrê Dewreya Perwerde ya Jinên Ciwan bi dawî bû 2020-07-22 10:28:14   MEXMÛR - Li Mexmûrê dewreya perwerdeyê ya ji bo jinên ciwan hatibû destpêkirin bi şahiyekê bi dawî bû.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berî bi 7 rojan, ji bo  jinên ciwan dewreya perwerdê ya bi navê Şehîd Awesta Herekol ji aliyê Tevgera Ciwanên Jin ên Mexmurê (TCJM) ve, li Akemediya Şehîd Ferhat Kurtay ya Perwerdeyê hatibû destpê kirin. Dewreya ku tê de mijarên îdeolojîk hatin dayîn bi tevlibûna 12 jinên ciwan ên li wargehê hatibû destpêkirin. Perwerdeya hat destpêkirin bi şahiyekê bi dawî bû. Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir.    ‘Jinên ciwan xwe pêş dixin’   Li ser girîngiya perwerdê xwendevana dewreyê ya bi navê Hewlêr Adanmış xêrhatina xwendevanên dewreyê û mêvanan kir û got:”Em vê dewreya perwerdê li hemû jinên ciwan û mêvanên amade pîroz dikin. Di nava vê pêvajoya awarte de dayina perwerdeyek bi vî rengî serkeftinek mezin e û em bawer in ku wê her jineke ciwan di hemû aliyande xwe pêş bixwe.”   Şahî bi stran, şano û bi gerandina Govendê bi dawî bû.