‘Em têkoşîna pêşxistina hunerê ji bo pêkanîna xeyalên rêheval Berçem dikin’ 2020-07-21 09:04:33   Lîlav Elî   ŞEHBA - Endamên Koma Şehîd Berçem a strana yên Tevgera Kevana Zêrîn ji bo pêkanîna xeyalên hevala xwe têkoşîna pêşxistina hunerê didin meşandin û dibêjin: “Huner şêwaya jiyana mirovan û hestên wan bi lêv dike, em jî dixwazin hestên xwe bi rêhevala xwe Berçem re parve bikin û xeyalên wê pêk bînin.”    Amûra herî bingehîn a ku jiyana mirovan bi wate, xweş û geş dike huner e. Huner herî zêde bi deng û rengê jinan tê nasîn û girêdana jinê bi hunerê re pir qayîm e. Koma Şehîd Berçem a ku ji 12 endamên  jinên ciwan pêk tê di sala 2012'an de li Herêma Efrînê dest bi xebat û têkoşîna parastina hunera kevnar ya kurdî kir. Koma Şehîd Berçem di warê gelêrî û şoreşgerî de stranên xwe vedibêjin û pêşxistina dengbêjiya  xwe ya kevnar dikin. Têkildarî mijarê Endamên koma Şehîd Berçem a Tevgera Kevana Zêrîn li Herêma Efrînê, ser xebatên koma xwe danasîn kirin.      'Em têkoşîna pêşxistina hunera resen dikin'   Endama koma Şehîd Berçem Şêrîn Omar derbarê armanca avakirina koma xwe ya hunerî de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ji demeke  pir dirêj de Koma Şehîd Berçem a strana li Herêma Efrînê  bi pêşengtiya Şehîd Berçem hatiye avakirin. Beriya ku kevana Zêrîn were avakirin Şehîd Berçem di nava çand û hunerê de cih digirt, lê piştî ku derbasî Herêma Efrînê bû Tevgera Kevana Zêrîn  hat avakirin û weke jineke pêşeng têkoşîna hunerê kir. Ez bi xwe şagirta wê bûm û di nava hemû çalakiyan de em bi hev re bûn. Me rojên pir xweş bi hev re derbas kirin, niha jî em têkoşîna pêşxistina hunera ku li pey xwe hiştiye dewam dikin."   'Hunerê jiyana min watedar kir'   Endama Koma Şehîd Berçem Emel Omar li ser xebatên Koma Şehîd Berçem û tevlîbûna xwe jêre ev tişt got: "Bi riya hunerê mirov dikare birînên xwe derman bike, tiştê ku herî zêde min ber bi hunerê ve dikşîne ew e ku mirov dikare bi hunerê hestên xwe vebêjê. Beriya ku ez tevlî koma Şehîd Berçem bibim hezkirina min ji hunerê re hebû,  lê dema ku ez tevlî  bûn ew hezkirin her çû zêdetir bû. Tevlîbûna min a di nava hunerê de guhertinên mezin di kesayeta min de da avakirin. Hunerê jiyana min watedar kir."   'Em ê şopdarê riya Şehîd Berçem bin'   Endama komê Zîlan Sîdo jî wiha nêrîna xwe ji me re parve kir: "Em ê domdarên riya Şehîd Berçem bin û daxwaza wê pêk bînin. Tevî hemû zehmetiyên ku em di rewşa koçberiyê de dijîn, dîsa jî vîna me xurt e. Heya niha têkoşîna me hişt ku em vê hunera vê komê biparêzin. Em jî dixwazin hestên xwe bi rêhevala xwe Berçem re parve bikin û xeyalên wê pêk bînin."