'Xwedîderketina muzîka kurdî xwedîderketina nasnameya xwe ye' 2020-07-15 09:06:21   Sorgul Şêxo   KOBANÊ - Zehra Bekir a ku bi muzîkê re mijûl dibe anî ziman ku ew feyzê ji xwezayê digire û wiha got:"Muzîk û stran dengvedana hest û giyanê mirovan e, taybet ji jinê re mîna hêzekê ye. Muzîk xwe bi hestên nazik dide der û derbasî giyanê her kesî dibe."   Jina bi navê Zehra Bekir a 22 salî ye û li Gundê Şêxler ê Kobanê dijî di 15 saliya xwe de dest bi muzîkê kiriye. Zehra gelek carî beşdarî mîhrîcanên muzîkê jî bûye û li ûd û li gîtarê dixe. Zehrayê diyar kir ku muzîk derya ye û rihê mirov zindî dike û wiha got:"Xwedîderketina muzika kurdî xwedîderketina nasnameya xwe ye."   'Dayik û bavê min piştgirî dan rêwîtiya jiyana min a hunerî'    Zehrayê wiha qala rêwîtiya jiyana xwe ya hunerî kir: "Di malbata min de gelek hunermend hene. Ji xaltîk û bavê min bigire heya xwişkên min, hemû hunermend in. Yên ku pêştgiriya min a di rêwîtiya jiyana min a hûnerî de jî kirin dayik û bavê min bûn. Ez salekê şagirta hûnermendê kurd Reşîd Sofî bûm. Niha jî ez bi xwe perwerdeya xwe didomînim û xwe fêrî tiştên nû dikim. "   'Min û da xwe li dû xwe hişt'   Zehrayê bi lêv kir ku ew di pêvajoya şerê Kobanê yê 2014'an de 6 mehan dûrî muzîkê ketiye û wiha dom kir : "Ez ji 15 saliya xwe de fêrî muzîkê bûm. Di şerê Kobanê  de dema ku DAÎŞ’ê êrîş kir em neçar man ku koçî Bakurê Kurdistanê bibin. Dema ku em ji Kobanê derdiketin min du caran hewl da ku ez xwe bighînim mal û ûda xwe bi xwe re bibim, lê ji ber êrîş û topbarana pir giran, min nekarî ûda xwe bigirim û li peyî min ma. Heya 6 mehan jî em li Bakur man, di vê navberê de min nikarîbû ez fêrbûna xwe ya muzîkê dewam bikim. Di aliyê derûniyê de ez ne rihet bûm û em dûrî bajarê xwe bûn, vê jî bandoreke mezin li min kir. Di aliyê din de jî derfetên ku ez ûd û gîtareke nû bikirim tune bû."   Ji Bakur heta Helebê israra xwedîderketina li hunerê   Zehrayê anî ziman ku wê her dem têkoşîna ji bo pêşxistina muzîkê daye û wiha got: "Bêhna min zêde li Bakur teng dibû, ya herî giran jî sînor navbera me û welatê me de hebûn. Paşê ji Bakur min berê xwe da Helebê, li wir di grupên hûnerî de min cihê xwe girt û perwerdeya xwe ya deng, pêlên mûzîkê, gîtar û ûdê min dît. Li kêleka wê jî min Zanîngeh dixwend, di navbera xwendin û fêrbûna muzîkê de jî min dikarîbû wextê xwe ji wan re veqetînim."   'Weke jineke Kurd ez tevlî mîhrîcanan bûm'   Zehrayê da zanîn ku ew piştî perwerdeyê, beşdarî mîhrîcanan bûye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ez û ciwanên bi min re li Helebê em tevlî gelek mîhrîcanan dibûn. Ez li Peymangeha Sebah Fexrî perwerde dibûm û ew peymangeh jî li Helebê di aliyê perwerdekirinê de pir bi nav û deng e. Piraniya stranên ku me li Heleb, Laziqiyê û Tertûs digotin erebî bûn. Min gelek caran bi zimanê Kurdî jî stran digot, yên ku beşdarî festîvala bûbûn jî ji min dipirsîn ka ev çi ziman e. Ew jî ji ber wê pir kêfxweş bûn. "   'Muzîk derya ye'    Zehrayê bal kişand ser deng û mûzîkê û wiha pêde çû: "Muzîk derya ye. Heger mirov bikeve nav  winda dibe.  Zehmetiyên ku ez dikşînim jî taybet di aliyê akademîyê de ye. Ez dixwazim bikaribim bi rengekî pir baş deng, hest û lêdana gîtarê li gorî deng û muzîkê hîn bibim. Muzîk ji min re tê wateya berdewamiya jiyanê."   'Di dengê Eyşe Şanê de hunera kurdî heye'   Zehrayê hûnermendên Kurd Eyşeşan, Mihemed Şêxo bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Malbata me hemû li ser stranên gelêrî û hûnermendên Kurd rabûn. Mîna Eyşe Şan, Mihemed Şêxo, her wiha Mihemed Arif Cezrawî, Ciwan Haco û Şivan Perwer. Di deng û hestên Eyîşe Şanê de hunera kurdî a resen tê xuyakirin. Ez hewl didim ku di aliyê parastina nasname û hûnera Kurdî de wekî wan bi nav û deng bim."   'Îlhama xwe ji xweza û bêdengiya şevê digirim'   Zehrayê bi bîr xist ku ew îlhama xwe ji xweza, bêdengiyê digire û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez piranî îlhama xwe ji xwezayê digirim. Di kêliyên şevê de stran pir xweş bi min tên. Daxwaza min jî ew e ku ez bibim jineke hûnermend ku bikaribim xwedî li mîrasê hûnermendên kurd li peyî xwe hiştine, derkevim."