Meclisa Tev-Çand şevbuhêrkek hunerî li Dêrikê li dar xist 2020-07-08 08:42:39   QAMIŞLO - Meclisa Tev-Çand û Navenda çand û hunera şehîd Dicle ya bajarê Dêrikê şevbûhêrkek hunerî li navçeya Eyn Dîwarê li dar xist.   Bi armanca nûkirin û domdarkirina çand û hunera kurdî, meclisa Tev-Çand û  Navenda Çand û Hunera şehîd Dicle ya bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê şevbuhêrkek hunerî li navçeya Eyn Dîwarê bi tevlîbûna şêniyan hat lidarxistin.    Şevbuhêrk bi stranên hunerî  û kevnar ji aliyên Endamên Koma Kevneşopî ve hate despêkirin û yek bi yek bi deng û miqamên xwe yên kevin stran gotin.   Têkildarî mijarê Endama Çand û Huner Fatma Hûsên li ser şevbuhêrkê wiha got: "Armanca me ji vê şevbûhêrkê ew e ku em çand û hunera xwe ya kevnar ji bîr nekin. Em dixwazin ev dengbêjiya me ya kevin ji hemû aliyan  ve bikin pirtûk û derbasî dibistanan bikin da ku nifşên me çanda xwe ji bîr nekin. Bi hêviya ku her kes çanda xwe ya kevnar ji bîr nekin."   Tê payin ku wê şevbuhêrkên hunerî li hemû navçeyên bajarê Dêrikê were lidarxistin.