Çalakiya hefteya hunerî bi dawî bû 2020-07-08 08:41:36   ŞEHBA - Çalakiya hefteya hunerî ya bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê hatibû destpêkirin bi dawî bû.   Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê bi dirûşma "Cineta yekem kevan e, werin em zindî bikin" li seranserî Kantona Şehbayê hat lidarxistin û li navçeya Ehrezê bi dawî bû. Di çalakiyê de şêniyên navçeya Ehrez, Endamên Kevana Zêrîn û Rêxistina Kongreya Star amade bûn.    Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê Mizgîn Çolaq wiha got: "Parastina çanda dayikê parastina nirxê me ye. Dibe ku em îro çalakiya xwe bi dawî bikin, lê em ê herdem li ser şopa çanda xwe bimeşin û bi pêş bixînin."   Her wiha di çalakiya hunerî de Koma şehîd Berçem, Koma Şehîd Rohenda û Koma Şehîd Hêva stranên xwe pêşkêş kirin. Paşê Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê Evîn Mihemed û Endama Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê Emel Omer helbest xwendin. Her wiha Koma Şehîd Arîn şanoyek li ser tundiya jinê pêşkêş kirin û koma Şehîd Viyan Soran, Şehîd Ronahî govenda xwe pêşkêş kirin.   Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.