'Bi lêdana tembûrê re Efrînê tê bîra min' 2020-07-06 09:03:09   Ronî Hemo   ŞEHBA - Zaroka Efrînî ya bi navê Rûbî Mihemed Bêrem pêkanînên dewleta tirk ên li Efrînê bi rêya tembûra xwe tîne ziman û dibêje: "Ez gelek ji tembûrê û zimanê kurdî hez dikim. Niha tevî gelek kiryar û êrîşên dewleta tirk li ser me pêk tên. Lê em dest ji çanda xwe bernadin."   Dewleta tirk û komên girêdayî wê xwestin bi êrîşên xwe yên li ser herêma Efrînê nasneme û çanda Gelê Kurd li herêmê têk bibin. Şêniyên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê û li kampan bi cih bûne û li ber xwe didin her roj ji bo çanda xwe têkoşînê din. Zaroka bi navê Rûbî Mihemed Bêrem a 9 salî ya ji gundê Birîmce yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye, niha bi malbeta xwe re li kampa Berxwedanê ya Şehbayê dimîne. Rûbî tucarî destûr neda ku koçberî bandora neyînî li ser pêşeroj û zarokatiya wê bike. Dayika wê moral dayê, niha fêrî lêdana tembûrê bûye û nêzî 21 stranên kurdî ji ber kiriye. Rûbî çîroka hezkirina xwe ya tembûrê bi me re parve kir.   'Tu êrîş li pêşiya armanca min nebûn asteng'   Rûbî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser koçberiyê û wiha got: "Dema em ji Efrînê derketin me di hemû wanar de gelek êş û zordestî kişand. Şêniyên Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin û bi zahmetiyan re rûbirû man. Êş û azarên ku me şêniyên Efrînê kişandin hîna di bîra min de ne. Niha jî em bi armanca vegera Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin û tu êrîş li pêşiya armanca me nabin asteng. Em ê bi rihê berxwedana Efrînê ji dewleta tirk û komên girêdayî wê rizgar bibin."   'Ez pir biçûk hînî lêdana tembûrê bûm'   Rûbî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser lêdana xwe ya tembûrê û got: "Li gor derfetên kêm lêdana tembûrê ji bo min zahmet nehat. Ez Rojane berê xwe didim navenda Çand û Hunerê û xwe hînî lêdana tembûrê dibim. Germahî û serma ji min re nebû asteng. Dayika min bû çavkaniya moral ji bo min û nehişt ku ez bikevim valahiya koçberiyê û di temenek biçûk de hînî lêdana tembûrê bûm. Herwiha ez perwerdeya xwe ya bi zimanê xwe ya kurdî jî berdewam dikim."   'Dema li tembûrê didim Efrînê tê bîra min'   Rûbî armanca xwe ya hînbûna lêdana tembûrê wiha parve kir: " Bi lêdana tembûrê ez armanc dikim ku bi çanda xwe bijîm û çanda xwe bidim berdewamkirin. Min di nava hemû amurên muzikê de tembûr hilbijart. Ji ber ku dema li tembûrê didim hestên min ên kurdayetiyê bêhtir derdikevin pêş. Her wiha dema ku li tembûrê didim ez hestewar dibim û Efrînê tê bîra min. Ez di salekê de hînî lêdana tembûrê bûm û min 21 stran ji ber kirine û dibêjim."   'Em dev ji çanda xwe bernadin'   Rûbî herî dawî jî girêdana xwe ya bi çanda xwe re anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez gelek ji tembûrê û ji zimanê xwe yê dayikê hez dikim. Dewleta tirk bi awyê dijmirovî êrîşî me kir, lê tevî van êrîşan jî me dest ji çanda xwe berneda. Em destûrê nadin ku dagirker li pêşiya pêşeroj û hêviyên me bibin asteng."