'Em ê parastina çanda dayika xwe bikin' 2020-07-03 13:55:16   Lîlav Elî    ŞEHBA - Endamên Tevgera Kevana Zêrîn yên ku di çalakiya hefteya hunerî de cihê xwe digirin dan zanîn ku çand neynûka civakê ye û gotin: "Parastina çanda kevnar, parastina dîroka hezar salan e."   Çalakiya hefteya hunerî ya ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgra Çand û Hunera herêma Efrînê ku bi armanca zindîkirina çanda kurdan di 31'ê Hezîranê de dest pê kir û wê heta 7'ê Tirmehê berdewam bike. Çalakiya hefteya hunerî di roja xwe ya sêyemîn de li navçeya Til Rifatê hat lidarxistin.   Di çalakiya hefteya hunerî de di roja sêyemîn de jî, Koma Şehîd Ronahî û Şehîd Viyan Soran govendên xwe pêşkêş kirin. Koma Şehîd Hêva, Şehîd Mizgîn û Şehîd Berçem stranên xwe pêşkêş kirin. Paşê Koma Şehîd Barîn şanoyek li ser jiyana Zeyneb Kinaci û tundiya li ser jinê pêşkêş kirin. Têkildarî heftaya hunerî endamên Tevgera Kevana Zêrîn ên ku cihê xwe di hefteya hunerî de digirin nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Parastina çand zindîkirin û xemilandina civakê ye'    Endama Tevgera Kevana Zêrîn a beşa govendê Buhar Silêman balkişand ser çalakiya hefteya hunerî û wiha got: "Çalakiya hefteya hunerî bi coşek mezin berdewam dike. Armanca me ya vê çalakiyê zindîkirina çanda kurdan e. Me çalakiya xwe ji bo bîranîna Zeyneb Kinaci da destpêkirin û me bi saya pakrewanên azadiyê çanda xwe ya kevnar parastiye. Em ji bo xwediyê keda şehîdên xwe derkevin em ê çanda bi hezar salan biparêzin.  Parastina çand zindîkirin û xemilandina civakê ye."   'Em bi parastina çanda xwe jiyanê bi wate dikin'   Endama Tevgera Kevana Zêrîn a beşa stran û govendê Emel Omer jî diyar kir ku ji bo zindîkirina çandê wan çalakiya hefteya hunerî dane destpêkirin û wiha domand: "Ji bo ku em çanda xwe ya kevnar zindî bikin me çalakiya hefteya hunerî dest pê kir. Bi vê çalakiyê moral û coşa gel zêde dibe. Çand neynûka civakê ye, parastina çanda kevnar parastina dîroka hezar salan e. Lidarxistina çalakiyek bi vî rengî di nav şert û mercên koçberiyê de tê wateya pêşxistina çanda dayika xwedawend. Em bi parastina çanda xwe jiyanê bi wate dikin."   'Em ê çanda dayikê biparêzin'   Ji Rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn Mizgîn Çolaq  jî balkişand ser armanca çalakiya hefteya hunerî û wiha pê de çû: "Tevî koçberbûna gelê Efrînê ji axa xwe, gel di hemû şert û mercan de çanda xwe diparêzin. Em weke Tevgera Kevana Zêrîn ji bo ku çanda kevnar ya ku ji aliyê gel ve hatiye parastin bi pêş bixin û ji cîhanê re bidin nasîn me çalakiyek wiha li dar xist. Em ê bi stran, govend û şanoyên gelêrî berxwedana xwe bidomînin. Em ê her dem bi çalakiyên wiha parastina çanda dayika xwe bikin."    Hêjayî gotinê ye ku çalakiya îro wê li gundê Biric Qasê a navçeyê Şêrewa bê lidarxistin.