233 sal beriya niha, kurdiya Garzonî 2020-07-02 10:59:24   NAVENDA NÛÇEYAN - 233 sal berê ji aliyê Maurizio Garzoniyê Îtalî ve pirtûka bi navê "Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda" ya li ser Gramatîk û Lîngûîstîka Kurdî li Romayê hat weşandin.    Kitêba Maurizio Garzoniyê Îtalî ya li ser Gramatîk û Lîngûîstîka Kurdî "Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda" 233 sal beriya niha, bi gotineke din sala 1787'an de  li Romayê hatiye weşandin. "Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda" wekî gramera yekem a kurdî tê qebûlkirin. Di heman demê de di çapa dawî ya pirtûkê de nivîsa hem bi Kurdî hem jî bi Îngilizî ya Kurdologa Îtalî Mirella Galletti ya derbarê Garzonî de cih digire.