Koma Şitlên Azadî hewl dide xwe bigihîne gelek jinan 2020-06-22 09:07:01   Fîlîz Zeyrek   EDENE- Koma Şitlên Azadî ya ji aliyê muzîsyenên jin ve hatiye avakirin, ji bo strana ‘Hoy Mazî’ klîb kişandin. Endamên komê gotin ew dixwazin zêdetir mezin bibin û xwe bigihînin gelek jinan.   Koma Şitlên Azadî di bin banê Navenda Muzîka Dem ya li Edenê faliyetan dimeşîne, hat avakirin. Kom ji 12 muzîsyenên jin pêk tê. Koma muzîka Kurdî dike, ji bo strana Hoy Mazî klîb kişand. Jiyan Savci ya li navenda muzîkê dersên erbanê dide, xwendekar Zîlan Taş û solîsta komê Gulbahar Ateş xebat vegotin.   'Em dixwazin xwe bigihînin gelek jinan’   Jiyanê got di çarçoveya xebatên xwendekarên jin de ‘Koma Şitlên Azadî’ ava kirine û got: “Jin xwedî li taybetiyeke ku dest bidin çi xweşik dike ne. Em jî dixwazin komê xurt bikin û xwe bigihînin gelek jinan. Bi vê xebata klîbê re em ê gelek tiştî biser bixin.”   ‘Divê her kes xwedî li çanda xwe derkeve’   Jiyanê wiha berdewam kir: “Koma me komek kevn a bajar bû. Niha hemû ji jinan pêk tê. Ev du sale em hevalên jin komê didomînin. Armanca me hevalên jin di enstrumanan lê bide û dengên xwe perwerde bikin. Ji ber vîrusê me ders onlîne didan. Vê pêvajoyê me strana ‘Hoy Mazî’ ji nûve şîrove kir. Divê em xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.”   ‘Ez ji bo nasnameya xwe bidim jiyîn li vir im’   Zîlan Taş, jî li navendê ev saleke perwerda erbane û koroyê digire û got: “Muzîk ji bo rihê min baş e. Ez xwe di erbaneyê de pêş dixînim. Heman demê de zimanê xwe pêş dixim. Di klîbê de jî heme. Ev min kêfxweşdike.Bang li hemû jinan dikim ku xwedî li çand û hunera xwe derkevin.”   ‘Min kêfxweşiya serkeftinê jiya’   Yek ji solîsta komê Gulbahar Ateş, destnîşan kir ku piştî tevlî xebatên Navenda Muzîka Dem bûye bandorên erênî li jiyana wê bûye û wiha dawî lê anî: “Dema hatim min bawer nekir ku ez serkeftî bim. Niha ez nav xebatên girîng de me. Ev bi rastî min kêfxweş dike. Baweriya min zêde bû. Başe ku min di van xebatan de cihgirtiye. Xebata klîbê jî gelek xweş bû.”