Muzîkjen Aysel Borak: Em xwedî li çanda xwe derkevin 2020-06-17 09:15:33   WAN - Aysel Borak ya ku xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk anî, diyar kir ku wê Eyşe Şan mînak girtiye û got: “Divê em çand û hunera Kurd bidomînin. Divê ciwan jî xwedî li vê kevneşopiyê derkevin.”   Dengbêjiya ku bi pêşengiya jina Kurd dest pê kir, bi têkoşîna hunermendên wek Eyşe Şan û Meryemxanê heta îro hat. Jinên li dijî zîhniyeta serdest ya mêr bi klamên xwe bersiv dan, ji bo paşengên xwe jî bûn îlham. Aysel Borak jî ji zarokatiya xwe de ji muzîkê hez dike lê her tim ji aliyê malbatê ve hatiye astengkirin. Lê Aysel li pey xeyalên xwe çûye û dest jê bernedaye.   ‘Min li dijî malbatê têkoşîn da’   Malbata Ayselê ji ber zextên dewletê û şewitandina gundên wan ji Colemêrgê koçî Wanê dikin û piştre jî neçar dimînin li Stenbolê bicih bibin. Aysel li wir di 10 saliya xwe de beşdarî koroya zarokan a NÇM’ê dibe û rêwitiya wê ya muzîkê wisa dest pê dike. Aysel piştî lîseyê beşdarî Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Stenbolê dibe û 10 salan bi muzîkê mijûl dibe. Ayselê behsa zor û zehmetiyên wê demê kir û got: “Ji ber ez jin bûm, ez gelek pirsgirêk jiyam. Dayika min ji malbatek mezin dihat. Her tim digotin ‘jin stranan nabêjin, ne li gorî eşîra me ye, em zarokên axa ne, neviyên axa ne’. Min li dijî dayik û 7 birayên xwe têkoşîn da. Ji ber ku wisa fêrî dayika min û birayê min kiribûn.”   ‘Min gîtara xwe bi veşartî dibir malê’   Aysel destnîşan dike ku tiştên jiyaye dişîbîne têkoşîna jin û hunerê ya Ayşe Şan û got: “Hevalên min dibêjin te Eyşe Şana sedsala 21’ê ava kiriye. Ez ji malbata xwe veşarî çûm qursên NÇM’ê. Min lêçûna dibistana xwe kom kir û gîtarek girt.Min veşarî gîtar dibir malê. Min lênûska muzîkê vedişart. Demek dirêj wisa derbas bû. Piştre min dît ku wisa nabe, ez rojekê bi gîtara xwe çûm hundir. Bêguman nexwestin. Gotin ne li gorî te ye, gûneh e. Lê li dijî têkoşîna ku min da tiştek nekirin.”   ‘Ji bo min bi nirx e’   Ayselê her wiha bi lêv kir ku ji malbatê yên piştgirî dane wê jî hebûne û wiha got: “Malbat bandorek mezin e. Min dizanibû ku tiştên ez dikim bi nirx e. Çanda Kurd, muzîka Kurd ji bo min girîng e. Divê em ji bo muzîka Kurdî li her derê bixebitin. Divê em li her qadê bin.”