'Em ê xwedî li çand û zimanê kurdî derkevin' 2020-06-15 09:01:42   Xezne Celal   KOBANÊ - Endama navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê Zozan Bekî da zanîn ku dewleta tirk bi darê zorê ziman û çanda tirkî li ser welatiyên Bakurê Kurdistnê ferz dike û got: "Li bakurê Kurdistanê yên ku li dijî siyaseta dewleta tirk derdikevin bi êrîşan re rûbirû dimînin. Bi rêya vê yekê dixwazin nasname û hebûna Gelê Kurd tune bikin. Lê wek Gelê Kurd em ê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û nahêlin ku were windakirin."   Li Bakurê Kurdistanê dewleta tirk êrîşî tevahî nirxên mirovahiyê çand, huner, rewşenbîrî, rojnemevan, siyasetemedar û azadîxwazan dike. Bi armanca ku hebûn û nasnameya Gelê Kurd tune bike. Di 1'ê Hizêranê de komeke nîjadperestên tirk ciwanê bi navê Bariş Çakan yê 20 salî ku ji bajarê Agirî yê bakurê Kurdistanê ye û ji ber ku li stranên kurdî guhdar dikir qetil kirin. Derbarê êrîş û zextên li ser ziman û çanda Kurdî Endama navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê Zozan Bekî ji ajansa me re axivî.   'Gelê Kurd girîngiyeke mezin dide çandê'   Zozanê ragihand ku navenda Baqî Xido cihê pêşxistina çanda kurdî ye û wiha pê de çû: "Gelê Kurd girîngiyeke mezin dide çandê, ji ber ku bi rêya çandê hebûna xwe misoger dike. Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rêjîma Baas zimanê erebî û çanda xwe li ser me ferz kiribû, tevî êrîş û zextên ser ziman û çanda kurdî Gelê Kurd zimanê xwe parast. Piştî Şoreşa Rojava asta zimanê kurdî jî hat pêşxistin. Bi rêya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido nifşên nû li ser ziman û çanda kurdî tên perwerdekirin. Çanda kurdî ji dîrokê heta roja me ya îro hatiye parastin û gelekî dewlemend e."   'Dewleta tirk siyaseta qirkirinê dide meşandin'   Zozanê destnîşan kir ku dewleta tirk li bakurê Kurdistanê siyaseta qirkirina ziman û çanda gelan dide meşandin û wiha domand: "Li bakurê Kurdistanê kesên ku bi kurdî diaxivin, li muzîka kurdî guhdar dikin, tên binçavkirin, girtin û qetilkirin. Mînaka vê yekê jî qetilkirina ciwanê bi navê Bariş Çakan ku beriya demekê, ji ber ku li stranên kurdî guhdar kiriye ji aliyê nijadperestan ve li Enqereyê hatiye qetilkirin. Dewleta tirk bi darê zorê ziman û çanda tirkî li ser welatiyên bakurê Kurdistanê ferz dike û yên ku li dijî siyaseta wan derdikevin bi êrîşan re rûbirû dimînin. Bi rêya vê yekê dixwazin nasname û hebûna Gelê Kurd tune bikin. Lê wek Gelê Kurd em ê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û nehêlin ku were wîndakirin."   'Pêwiste her kes çand û dîroka xwe nas bike'   Zozanê tekez kir ku pêwiste her kes çand û dîroka xwe nas bike, xwedî lê derkeve û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi armanca pêşxistina çanda kurdî li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido qursên ziman, wêne, muzîk, şano û govendê tên dayîn. Me derfet daye gel ku çanda xwe nas bikin û biparazin. Bi hemû vîn û hêza xwe, bi rêya çand û zimanê kurdî em ê hebûna xwe ji tevahî cîhanê re eşkere bikin. Ez bang li dewletên navneteweyî dikim ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û bakurê Kurdistanê bidin rawestandin û dewleta tirk ji ber vî sûcê ku li dijî Gelê Kurd dike bê darizandin û kurdên ku koçber bûne vegerin welatê xwe."