'Tiştê ku mirov li ser piyan dihêle çand e' 2020-06-14 09:07:17   ŞIRNEX - Jina Dengbêj a ji Gundê Elemûnê ya Qilebanê Beyaz Olmez a ku ev 7 sal in dengbêjiyê dike anî ziman ku ew xwedî li çanda xwe derdikeve û wiha got:"Tiştê ku mirov li piyan dihêle çand e."   Dengbêjî kaniyeke herikbar a çanda Kurdî ye. Xizmetek mezin ji pêşketina civakê re kiriye. Pêşengiya vê yekê jinan kirine. Jinên dengbêj ên kurd çanda me ya dewlemend heta roja îro anîne. Dengbêja bi navê Beyaz Olmez (38) a ku dayika 6 zarokan e li gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê dijî çanda dengbêjiyê diparêze. Beyaz a ku hemû kar û barên malê li ser milê wê ne jiyana xwe li gund didomîne. Beyaz, xeynî kar û barên malê jî dengbêjiyê dike.   'Ev nêzî 7 salan e dengbêjiyê dikim'   Beyazê, anî ziman ku di nava malbatê de bavê wê berê dengbêjî kiriye û wiha got: “Xeynî bavê min di nava malbatê de kesên dengbêjiyê dike tune ye. Dema ez biçûk bûm baş tê bîra min dengbêjan kilamên xwe digotin. Jinên dengbêj di dawet û şeva hineyan de kilamên xwe digotin. Di demên berê de gelek zêde dengbêj hebûn û me jî guhê xwe dida wan û li wan guhdar dikir. Lê niha wek berê dengbêj tune ne. Ez jî ev nêzî 7 salan e dengbêjiyê dikim. Di nav civatan de, di dawet û şevên hineyan de stranan dibêjim.”   'Em kurd bi salan e bindest in'   Beyazê, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew dixwaze çanda dengbêjiyê hînî zarokên xwe jî bike û wiha got: “Dema bavê min dengbêjî dikir min lê guhdar dikir. Ez bi vî rengî ferî dengbêjiyê bûm. Li gelek dengbêjên bi nav û deng guhdar dikim. Ez bi taybetî stranên  berê dibêjim. Kesên dengbêj êş, keder, xweşî, koçberî, bindestiyê bi kilamên xwe tînin ziman. Em kurd bi salan e bindest in. Hêviya me ew e ku em kurd jiyaneke xweş û azad bijîn.”   'Tiştê ku mirov li ser piyan dihêle çand e'   Beyazê, bi lêv kir  ku divê hemû kes xwedî li çanda dengbêjiyê derbikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi salan e êşên xwe bi stranên xwe tînin ziman. Ger ku ev çanda me tune bibe em ê çawa êş, elem û kedera xwe bînin ziman? Bila hemû kes xwedî li dengbêjiyê derbikeve. Divê em jin bi dengbêjiya xwe û stranên xwe çanda xwe biparêzin, nehêlin ku winda bibe. Tiştê ku mirov li ser piyan dihêle çand e."