‘Hêlîna Evînê' navê êş û berxwedanê ye 2020-06-13 09:11:19   Medya Uren    AMED - Rewşen Esmer a ku bi salan di girtîgehê de maye û dema xwe bi nivîsandina helbestan derbas kiriye, piştî ji girtîgehê derdikeve helbestên xwe di pirtûka bi navê 'Hêlîna Evînê' de diweşîne. Rewşenê dibêje ku zimanê dayikê nasname ye û ger ku zimanê dayikê nebe mirov nikare hestên xwe bi zimanekî din vebêje.    Li ser xakên mezopotamyayê jin êşê bi dengbêjî û helbestan re diqêrin. Car car di nava çar dîwarên zindanan de zindî dibin ev kes, yan jî di çeperên şer de. Lê hertim hestên xwe azad tînin ziman. Mîna dengbêjên wekî Meryem Xan gotin weke serhildanek bê eman rêz dibin. Ev cudahiya Mezopotamya û jinê ye. Rewşen Esmer a ku pirtuka helbestan a bi navê “Hêlîna Evînê”derxistiye di her rêzike pirtûka xwe de ev gotin dane hîskirin. 'Hêlîna Evînê' navê jiyaneke 10 salan di zindanan de hatiye mehkumkirin û ji bo azadiya jinê ked dayî ye.   ‘Helbest jiyana te bi xwe ye’   Rewşenê, beriya dest axaftinê bike da zanîn ku wê di girtîgehê de dest bi nivîsînê kiriye û ji rêhevala xwe Serhildan fez girtiye. Rewşenê wiha berdewam kir: “Rêheval Serhildan xwe dispart quncikek tarî ya zindanê. Li wir bêdeng dima û tenê car caran bi awirên tijî fikar li me temaşe dikir. Di jiyanê de tiştên min bi bandor kirine gelekin.  Lê heval Serhildan ji min re dibû feyz. Min  ditît ku ew di wan quncikan de çiqas azad dibe. Serhldan tim digot ‘helbest jiyana te bi xwe ye. Ji vê re jêhatîbûn ne pêwîst e, divê tu bikarî xizmetê ji jiyana xwe û ya civakê re bikî'.  Ev ji min re bû hêz û min dest bi nivîsînê kir. Ya herî girîng ji min xizmeta civakê ji bîr nekir. Min tim bi zimanê zikmakî helbestên xwe honandin. Min jî bi vî awayî xwe di nava çar dîwaran de azad dikir.”    ‘Di prituka min de jin, mozopotamya û berxwedan serkêşiyê dikin’    Rewşenê, da zanîn ku ew qet nedifikirî pirtukê çap bike  û wiha got: “Min tim helbestan rêhevalên xwe didîtin. Wan hestên min dianîn ziman. Lê  hevalan israr kir ku ez binivîsim û gotin divê tu vê jiyanê parve bikî. Min jî ji nîşka ve dest pê kir. Lewra dema ku min nivîsî gelek heval ji bo min bûn alîkar. Min di demek kurt de pirtûka xwe amade kir û bi sernavê ‘Hêlîna Evînê’ da çapkirin. Sernav, wêne berg ango helbest hev temam dikirin. Di pirtûka min de, jin, Mezopotamya, xweza û berxwedan serkêşiyê dikin. Pirtuka min êdî ji bo xwedewendan amade bû. Pirtûka min eleqeyek mezin dît û vê eleqeyê jî min kêfxweş kir.”   ‘Min xwe di helbestan de azad kir’   Rewşenê bal kişand ser girîngiya zimanê nivîsînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ziman nasname ye û nasname jî hebûna mirov e. Ji ber vê divê em zimanê me ku nasnameya me ye biparêzin. Min bi vê berpirsiyariyê dest bi nivîsê kir û min helbest nivîsîn. Ji xwe ger gotin bi zimanê zikmakî neyê ser ziman tu wateya hestan namîne û di bin tarîritiya bindestiyê de dixeniqin. Li rex vê jî her jineke kurd xwedî çîrokeke kûr û bi wate ye. Çîroka min jî wekî ya van jinan heta roja îro hatiye. Di her hevokê de rastiya jiyana jinên kurd xwe dide der. Min bi hemû hêza xwe xwest ku ez di helbestên xwe de jiyana van jinan bînim ziman. Dibe ku kêmasiyên min hebin, lê ne ji bo ku helbest binivîsim ji bo ku xwe vebêjim min nivîsîn e Ji ber ku jiyanek resen ya kurd vedibêje hêvin hêvî dikim wê xwendevan jê sudê bigirin. Êdî helbest aîdê wan in.”