Besna bi hêza xwe hînê wêne xêzkirinê bû 2020-06-13 09:08:09   ŞIRNEX - Wênesaza ciwan Besna Acun ligel hemû astengî û zehmetiyan xwe hînê wêne xêzkirinê kir. Besna, diyar kir ku dema mirov bi biryar be mirov dikare her tiştî bike.   Besna Acûn 19 salî ye û bi eslê xwe ji Cizîra Şirnexê ye. Nêzî 4 sal in wênesaziyê re mijûl dibe. Besna hem eleqeya wê bi muzîkê re heye û hem jî bi wênê xêzkirinê re heye. Lê bi taybetî xwe di hêla wêne xêzkirinê de pêş xist. Besna hewl dide figurên çanda Mezopotamya û Botanê xêz bike.    Besna, di axaftina xwe de bal kişand ser hunera xwe û got: "Di dema pevçûnên li Cizîrê de min dest bi wêne xêzkirinê kir. Min bi derfetên xwe wêneyan xêz kir, lê belê xebatekî ne evqas profesyonel bû. Wêneyên ku min cara yekem xêz kiribûn min veşartin. Piştî ku min ji mamosteyek alîkarî girt ez hînê çend teknîkan bûm. Min xwest ez xwe pêş bixim, min dest bi amadekiriya beşa hunerî ya zanîngehê kir. Ez niha li zanîngeha Êlihê beşa hunerî di pola 3'yemin de me."   'Xêzkirina hestan girîng e'   Besna, qala xêzikirana hestan wiha anî ziman: "Dema mirov wêneyan xêz dike divê li gorî hestên di nava civakê tevbigere. Ez bi taybetî wêneyên çanda herêmî xêz dikim. Ez li ser vî axê mezin bûm û ji ber wê jî ez ê hertim di wêneyên xwe de çanda Mezopotamya û Botanê bînim ziman. Di dema şerê Cizîrê de min bi taybetî wêneyên reşahî, çek, tank û topan xêz dikir."   'Niha li dîwaran wêneyan xêzdikim'   Besna, diyar kir ku malbat tu carî piştgirî neda xêzkirina wêneyan û wiha axivî: "Malbata min çend bûn asteng jî min qebûl nekir û min li ber xwe da. Dema ku mirov bi biryarbe û bixwaze mirov dikare bi ser keve. Niha fikrên malbata min guheriye û piştgiriyê didin min. Dema ez çanda Botanê xêz dikim malbata min jî kêyfxweş dibe. Min di pêvajoya vîrûsa koronayê de jî wêneyên xwe xêz kir. Niha jî ez li dervê li dîwarên kafeterya û dikanan wêneyan xêzdikim." Besna di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser armancên xwe û wiha bi dawî kir: "Ez dixwazim bibi wênesazeke serkeftî. Ez bang li jinan dikim ku bila xwedî li hûnerê derkevin."