'Ez ê tu carî dev ji keda ji bo parastina çanda xwe bernedim' 2020-06-13 09:02:31   Lîlav Elî   ŞEHBA - Dayika bi navê Semîre Mihemed a ji Efrînê ye û ji qumaşên cur bi cur amûrên xemilandina ji bo malê çêdike, diyar kir ku ew bi vê yekê girîngiyê didin çanda xwe û wiha dewam kir:" Tevî ku  ez di çadiran de dijîm jî bi keda xwe bi çêkirina amûrên xemilandina malê, çadira xwe dixemilînim. Ez ê tu carî dev ji keda ji bo parastina çanda xwe bernedim."   Berhemên ku bi destên jinê çêdibin zindî dimînin. Di heman demê de çanda kevnar a dayikan tê parastin. Her çiqas jin zor û zehmetiyan bijî jî, xwedî li keda dayik û dapîrên xwe derdikevin. Dayika  ji Efrînê ya bi navê Semîre Mihemed bi temenê xwe 60 salî ye û ji navçeya Bilbilê ya Herêma Efrînê ye. Semîre xwediya 3 zarokan e û niha di kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê de dijî. Tevî kêmderfetiyan jî Semîreyê ji qumaşan amûrên xemilandina malê çêdike. Semîreyê ji me re qala parastin û hezkirina çanda xwe kir.    'Ez xwedî li çanda xwe derdikevim'   Semîreyê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku hemû berhemên bi destên jinê çêdibe çandek e, ji bo parastina vê çandê jî domandin pêwist e  û wiha pê de çû: "Ji zaroktiya xwe de ez vî karî dikim. Ez di nava vê xebatê de hebûna xwe dibînin. Hezkirina çêkirina karê destan di dilê min de pir qayim e. Berhemên destên jinê çandek e xweser e. Ez xwedî li çanda xwe derdikevim."   'Çanda me û hêviyên vegerê di dilê me de zindî ye'   Semîreyê di berdewamiya axaftina xwe destnîşan kir ku tevî zehmetî û kêmderfetiyên ku di kampê de dijîn, dîsa jî karê xwe zindî dihêle û wiha pê de çû:" Piştî ku em ji malên xwe koç bûn û li kampa Serdemê bi cih bûn, dijminên me dixwestin çanda me bi me bidin jibîrkirin. Berovajî wê me çanda xwe nûjen kir. Bi vê xebatê ez rojên xwe jî derbas dikim û xweşikbûnekê di konê xwe de ava dikim. Li gel min jî gelek caran jin kom dibin. Em jin bi hev re qala rojên xwe yên xweş dikin û hêviyên vegerê di dilê xwe zindî dihêlin."   'Keda destên jinê bi wate ye'   Semîreyê di dawiyê de rojên xwe yên li Efrînê bi bîr anî û wiha dawî li gotina xwe anî: "Wekî ku tê zanîn her tişt di kampan de nayê peydakirin. Ji bo peydakirina amûrên çêkirina karê destan gelek caran cîranên min  bi min re dibin alîkar . Gelek caran dema ez vê xebatê dikim Efrîn di bîra min de derbas dibe. Dema min li Efrînê mala xwe dixemiland dîsa jî li vir ez mala xwe dixemilînim.  Keda destên jinê bi wate ye."