'Em ê heta dawî parastina çand û hebûna xwe bikin' 2020-06-12 09:13:33   HESEKÊ - Navenda Çand û Huner û Yekîtiya Ciwanên Rojava konê çalakiyê vedan û hedefgirtina çanda Kurdî ya di şexsê qetilkirina Bariş Çakan de bi tundî şermezar kirin.   Di 10’ê Hezîranê de Navenda Çand û Huner a bajarê Hesekê û Yekîtiya Ciwanên Rojava konê çalakiyê li Gulîstana Kawa ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê veda. Konê çalakiyê bi berhemên dîrokî û amûrên Mûzîkê hate xemilandin, her wiha stranên gelerî ên Kurdî ji aliyê Koma Şoreş a bajarê Til Temir ve hate pêşkêşkirin.   Kongreya Star a Kantona Hesekê serdana konê çalakiyê kir û ji bo hedefgirtina jinan daxuyanî da, daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Qada Civakî a Kantona Hesekê Nida Mihemed ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Sîstemên desthilatdar bi hemû rêbazên xwe êrîşî ser çand, ziman  û dîroka Kurdan dike. Dema ku mirov bixwaze netewekî bihelîne êrîşî  çand û hunera wî neteweyî dike. Peyama vedana konê çalakiyê  ji hemû hêzên desthildar ew e ku çiqas êrîş bikin em ê heta dawî parastina çand û hebûna xwe bikin. Kesên ku ciwanê kurd Bariş Çakan ji ber guhdarkirina stranên kurdî kuştin ew ê nikaribin çand û hunera kurdî tune bikin. Em ê li dijî vê zihniyetê li berxwe bidin."   Konê çalakiyê bi stranên gelêrî yên kurdî dewam dike. Her wiha dê roja şemiyê meclis û gelê Bajarê Til Temirê serdana kon bikin û tevlî çalakiyê bibin.   Li gorî agahiyan dê konê çalakiyê heta 14'ê Hezîranê dewam bike.