Berfîn Zenderlîoglu: Em dixwazin ji bo Şanoya Kurdî bazarekê ava bikin 2020-06-12 09:04:33   AMED - Derhêner û lîstikvan Berfîn Zenderliôglu anî ziman ku ji bo çand û şanoya kurdî piştgirî û sponsor têrî nakin û got: “Em çiqas ji bo Şanoya Kurdî bixebitin jî ji ber bê derfetî û kêmasiya piştgiriyan xebatên me kêm dimînin. Em dixwazin ji bo Şanoya Kurdî bazarekê ava bikin"   Derhêner û lîstikvan Berfîn Zenderlioglu yek ji avakar û hevşirîka Şermola Performansê ye. Koma Şermola Performasê pêşîn di sala 2008’an de bi hevkariya Berfîn Zenderlîoglu û Mîrza Metîn bi navê malbata Destar hat avakirin. Lê di sala 2010’an de navên xwe guherandin û kirin Şermola Performans. Şermola Performans, hem li bakurê Kurdistanê hem jî li gelek derverên din lîstikên xwe pêşkêş kirine. Her wiha ji bo Şanoya Kurdî her sal listîkekê amade dikin.  Derhêner û lîstikvan Berfîn Zenderliôglu derheqê xebat û Şanoya Kurdî de ji ajansa me re axivî.   ‘Derfet kêm in’   Berfînê diyar kir ku ji ber derfetên wan kêm in hemû daxwazên xwe nikarin pêk bînin û got: “Mijûlbûna bi şanoyê re ji xwe zahmet e û kedeke mezin dixwaze. Her wiha ger ku tu bi taybetî li Tirkiyeyê vî karî bi kurdî bikî ew zahmetiyên ku morov dikişîne duqat dibin. Hem ji ber sedemên aborî hem jî ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê karê me zor e. Lê em dîsa jî di hemû şert û mercan de xebatên xwe berdewam dikin û erka xwe bi cih tînin. Niha armanc û daxwazên me ew in ku ji bo Şanoya Kurdî bingehekê ava bikin û kadroyan pêş bixin. Her wiha em dixwazin li hemû deveran vê xebata xwe berdewam bikin. Di heman demê de dixwazim bi zarokan re jî bixebitim, ji ber ku beriya çend salan ji bo perwerdehiya dramayê ez bi zarokan re xebitîbûm. Di xebatên çand û hunerê de zarok mijareke girîng in. Ger ku armanca me xebatên çand û hunerê bin divê em vî tovî bi zarokan re biavêjin.”   ‘Piştgirî û sponsor kêm dimînin’   Berfînê anî ziman ku ji bo çand û şanoya kurdî piştgirî û sponsor têrî nakin û ev tişt got: “Em çend sal e Şermola Performansê bi awayekî disiplinî didin meşandin. Ew jî hinekî bi saya temaşevanên me ye. Ji ber ku li Metropola Stenbolê kurd gelek belav bûne û êdî dizanin ku her heftê listîkên me tên lîstin. Lê kesên tirk û biyanî jî dihatin listîkên me temaşe dikirin. Lê helbet em çiqas bixebitin jî xebatên me têrî nakin. Ji ber ku piştevaniya tê kirin kêm e û têrî nake.”   ‘Şanoya Kurdî ne xwedî bazar e’   Berfînê destnîşan kir ku divê Şanoya Kurdî bibe xwedî holekê û wiha dom kir: “Niha şanoger ji hev gelek belav bûne. Gava ku tu ji bo Şanoya Kurdî karê xwe bi profosyonelî bikî divê tu xwedî holekê bî. Lê ew derfetên me tune ne. Belê, di vî milê de Şanoya Bajêr a Amedê ji xwe re holek kirê kirine, lê li gel vê jî  mixabin em dîsa jî nikarin bêjin Şanoya Kurdî xwedî holekê ye. Ji ber ku di vê qadê de bazarek me nîne. Em dikarin ji bo muzîk û Wêjeya Kurd bêjin xwedî bazarekê ye, lê ji bo Şanoya Kurdî nikarin heman tiştî bêjin. Her wiha ji xeynî wan hemû pirsgirêkan em nikarin bi zorê listîkvanan bidin xebitandin. Ji ber ku di qada şanoyê de aborî pirsgirêkek mezin e. Ji bo pirsgirêka aboriyê listîkvan nikarin tenê bi karê şanoyê re mijûlî bibin. Ew jî ji bo pêşxistina şanoyê astengiyek e. Lewra divê pirsgirêka aboriyê bê çareserkirin.”   ‘Ji bo xebatên çandê hişmendî girîng e'   Berfînê diyar kir ku divê di qada çandê de hişmendiyeke neteweyî bê avakirin û got: “ Amadekirina mihrîcanan ji bo pêşxistin û bazara şanoyê mijareke girîng e. Lê gava li Kurdistanê mihrîcan tên amadekirin mixabin pirê caran gazî Şermola Performansê nakin. Çend komên tirk di nav wan mihricanan de hene. Helbet bila ew jî bibin, ez ne li dijî wan im. Lê jixwe em wek şanogerên kurd pênc şeş kom in. Loma divê hişmendiyek neteweyî li pêş be. Divê em koman ji ber fraksiyonan cuda cuda nebinin. Ji ber ku armanca me yek e. Em dixwazin ji bo Şanoya Kurdî bazarekê ava bikin û ji bo Şanoya Kurdî xizmetek bikin. Her wiha em dixwazin di nav gelê xwe de çandek neteweyî bidin avakirin. Jixwe em ne biyaniyê wê çandê ne. Ji ber ku şano bi ritûelan dest pê dike û ew tiştên ritûelistîk jixwe di nav kurdan de hene. Lê hewce ye ku em vê çandê bigihînin astek bilindtir. Ji ber vê yekê divê kurd zêdetir qîmet bidin çanda xwe, gava ku ew çand di nav gel de hinek lawaz bimîne em jî jê bi bandor dibin. Ji ber ku em giredayî hev in.”