Cevahîr Sadak: Ne tenê rojek bila her roj jiyan bi kurdî be 2020-05-13 09:10:00   Berîtan Canozer    AMED - Cevahîr Sadak diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina polîtîkayên bişaftinê ya li ser zimanê kurdî divê siyasetmedar, hunermend, rewşenbîrên kurd û hemû sazî û dezgehên kurdan bi zimanê xwe biaxivin û zimanê kurdî bigihînin her derê. Cevahîr got ne tenê rojek her roj qimetê bidin zimanê xwe.    15'ê Gulanê ji sala 2006'an virde wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pêşwazikirin. Her wiha 15'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye jî. Kovara Hawarê, kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê kurdî. Bi minasebeta Roja Cejna Zimanê Kurdî, Cevahîr Sadak ku di rêveberiya Tora Ziman û Çanda Kurdî de cih digire ajansa me re axivî û anî ziman ku ji roja 13'yê Gulanê de heya 17'ê Gulanê plansaziyeke cûr bi cûr xebatên online didin dest pê kirin.   'Ji bo kurdan derfeta perwerdeya fermî çênebû'    Cevahîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser 15'ê Gulanê Roja Cejna zimanê Kurdî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "15’ê Gulanê roja cejna zimanê kurdî ye ji ber ku pêdiviya zimanê kurdî bi cejnekî re heye. Mixabin axa kurdan li çar welatan par bûye. Ji ber derfeta dewletbûyînê û perwerdehiya fermî bidest nexistin hertim ji bo zimanê kurdî berxwedanek çêbûye. Ev roj jî bi navê kovara Hawarê hatiye pîroz kirin. Ji ber ku hert im zimanê kurdî hewcedariya bi xelasbûna hewarek bûye. Zimanê kurdî de hewceyiya parvekirin û temasê heye. Em bi wî awayî dikarin xetereya li ser zimanê ji holê rakin."   'Eleqeya perwerdê ya li ser onlinê zêde ye'    Cevahîr, da zanîn ku gelek kes niha bi rêya online xwe digihînin perwerdeya bi zimanê kurdî û wiha dom kir: "Pêşketina teknolojiyê cîhanê biçûk kir. Gava enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji dersên online re destpê kir çend rojan de kontejanên wan tijî bû. Bi rastî jî bala li ser zimanê kurdî gelek xurt e. Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û her wiha Kurdên Ewropayê bi rêya online tên ligel hev û bi wî awayî fêrî zimanê xwe dibin. Bala herî zêde jî ji Kurdên ku dibêjin 'Fêm dikim lê nikarim xwe rave bikim' çêbûn. Ji ber ku xwedî bibiryar bûn êdî naxwazin tenê fêm bikin. Di heman demê de dixwazin biaxivin."   'Ji bo Cejna Ziman plansaziyek hat kirin'    Cevahîr, da zanîn ku îsal me wekî tora ziman û çanda kurdî bangewazî kir ku sala 2020 bibe sala ziman û çanda kurdî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Wekî tê zanîn ji ber şewba koronayê rewşa cîhanê guherî. Cara yekem cîhan wekî kurdan dijî. Kurd hert im hînî qedexeyê bûye niha jî hemû cîhan heman tiştê dijîn. Divê kurd vê rewşa bi sekinandina xebat û di mal mayinê hinek veguherîne wekî derfetê. Me ji bo Cejna Ziman plansaziyek kir. Me di 13'ê Gulanê de heya 17'ê Gulanê bernameyeke amade kir. Bi konser, bi panel û bi hevpeyvînan di nava pênc rojan de cûr bi cûr bername amade kirin. Me got di demekî fireh de bi zimanê xwe bijî û bifikirin. Wê deme ji xwe re bixin wek derfetek."   'Divê her mal ji bo zarokan bibe dibistanek'   Cevahîr destnîşan kir ku di milê parastina ziman de rola herî girîng li ser malbatê ye û wiha axivî: "Wan rojên şewba koronayê de divê malbat bêhtir zarokên xwe re eleqedarbin bibin. Ji ber ku rê û rêbazên teknolojiyê her wiha perwerdeya bi online li ser zarokan dikare bandorên neyînî pêk bîne. Hem ji aliyê derûnî û tenduristiyê de nebaş e hem jî aliyê çand û kesayet û pêşvebirinê de bibandor dibin. Niha zarok di hundirê malên de nin û bi televizyonê re demek derbas dikin, divê malbat bi çîrok, biwêj, şîret û bi listikan berê zarokên xwe bidin zimanê xwe re. Ji ber ku pêwîst e ku zarok zimanên xwe bibihîzin, hîs bikin û tehna zimanê xwe bidin ku barê nifşên nû bibe. Ji ber vê yekê peywira yekemîn li ser malbatan e. Helbet hemû helwest û xebatên me ji bo perwerdehiya zimanê kurdî ya fermî ye. Lê ew jî di destê me de nîne. Loma divê her mal ji bo zarokên xwe re bibin wek dibistan. Divê em bi awayekî zimanê kurdî di jiyana zarokan de cih bikin."    'Dibe 50 sal şûnde zaraveya kirmanck tune bibe'    Cevahîr da zanîn ku rewşa zaraveya kirmanckî li ber tunebûnê ye û wiha got: "Hemû zaraveyên kurdî xwedî dewlemendiyeke lê mixabin rewşa zaraveya kirmanckî di bin xetereyek pir mezin de ye. Berxwedana wê êdî li ser milên kesan e. Ango ne girseyek mezin re ye. Ji ber vê jî divê zaraveya kirmanckî re eleqayek mezin pêwist e. Em jî wek tora ziman û çanda kurdî, ji bo kirmanckî hewil didin. Dema afîşek amade kir bi zaravayên kirmanckî û soranî jî amade dikin. Li gorî UNESCO'yê 50 sal şûnde êdî zaraveya kirmanckî tune dibe ango zaravaye kirmanckî ber şikestinê de ye. Belê zimanê kurdî jixwe di bin xetereyê de ye lê kirmanckî hîn zêdetir di bin xetereyê de ye."   'Roja Cejna Zimanê kurdî pîroz be'    Cevahîr diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina polîtîkayên bişaftinê ya li ser zimanê kurdî herî zêde rol û misyonên pêşengên Kurdan heye. Cevahîr anî ziman ku siyasetmedar, hunermend, rewşenbîrên kurd û hemû sazî û dezgehên kurdan divê li her mercan de bi zimanê xwe biaxivin û zimanê kurdî bigihînin her derê. Cevahîr wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev qîmet dayina zimanê kurdî divê ne tenê ji bo rojek be divê her roj parastina zimanê kurdî bê kirin û kurd ji bo zimanê xwe israr bikin. Di sala 2020'an de divê hemû kurd zimanê kurdî derxin astekê bilind û xwedî derketinek mezin pêk bînin. Ez 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz dikim."