'Kirmanckî ber bi tunebûnê ve diçe’ 2020-05-05 09:07:00   AMED - Nivîskar Nadîre Guntaş Aldatmaz, destnîşan kir ku kirmanckî bi xetereya tunebûnê re rûbirû ye û got: "Êdi zarok bi kirmanckî naaxifin û dibe ku pişte çend nifşan dê winda bibe. Heke ziman winda bibe dê çandek winda bibe."   Kurd, xwedî ziman, dîrok û çandekê qedîm in. Her wiha zimanê kurdî bi zaraveyên xwe yên bi kurmancî, kirmanckî, soranî, hewramî,goranî  û Kelhûrî dewlemendiya xwe nîşan dide. Her zavaveyên kurdî xwedî mîsyonek taybet e û li gorî xwe berfireh e. Piraniya kurd bi zaravaya kurmancî diaxivin. Hewldana kurdan ji bo pêşxistina zimanê kurdî gelek girîng e û bi wate ye. Ji ber ku kurd li her çar parçeyên Kurdistanê de bê statu ne,    Zaraveya kirmanckî, zaraveyek kevnar e lê bele mixabin xetereyeke mezin li ser Kirmanckî heye. Li gorî Saziya Neteweyên Yekbuyî ya Perwede, Zanist û Çandê (UNESCO ) 50 sal şûnde êdî kirmanckî winda dibe. Ev pirsgirêkek pir cidî ye. Parçebûna kurdan û polîtîkayên dewletan jî li ser ziman xetereyan kûr dike. Di der barê van mijaran de nivîskar Nadîre Guntaş Aldatmaz nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir.    ‘Her zaraveyên kurdî bi xwe pêşketiye'   Nadîre di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser zaravayên kurdî û wiha got: "Hemû zaravayên kurdî gelek girîng in. Ji ber ku her zarave serbixwe li pêş ketiye. Lewra em nikarin bêjin her zarave ji zaravayên din ava bûye. Di navbera ziman û zaraveyê de zêde cudahî tune lewra ne pêwîst e ku polemîka zimanê çêkin. Hemû zarave jî kurdî ne. Babeteke din jî her zarave ji bo zaraveyên din wek çavkanî pêk aniye. Ev jî ji bo zimanê me dewlemendiyek e.”   'Kirmenckî tenê li Tirkiyeyê bi sînor e'   Nadîreyê destnîşan kir ku zaraveya kirmanckî di bin xetereya tunebûnê de ye û wiha berdewam kir: “Divê em hemû zaravayên xwe biparêzin û ji bo pêşbixin bixebitin. Ev çawa dibe? Çawa ku di kanalên televîzyon û kursên zimanê kurdî de ji bo zaravayê kurmancî hebe divê ji bo kirmanckî jî hebe. Ji aliyek din parastina zaraveyê kirmanckî bêhtir girîng e ji ber ku tê zanîn ku kirmanckî bi xetereya tunebûnê re rûbirû ye. Loma erka hemû kurdan li ser vê mijarê heye ku zaraveya kirmanckiyê ji vê metirsiyê rizgar bikin. Ji bo parastina zimanê derfetên kurmanc ji kirmanciki zêdetir in. Ji ber ku kurmancî ne tenê li Tirkiye'yê li gelek welatên din jî tê axaftin. Lê kirmanckî tenê bi Tirkiyeyê ve bi sînor maye."   'Êdî zarok bi kirmanckî naaxifin'   Nadîreyê diyar kir ku rojên dawî de ji bo kirmanckiyê gelek hewil tên dayîn û wiha got: "Di kanalên televîzyonê de, rojname û kovaran de ji bo zimanê xebat hene lê têrî nake. Mixabin êdî zarok bi kirmanckî jî naaxifin. Dibe ku bi wî awayi bidome mimkûn e ku pişte çend nifşê wê winda bibe. Ji ber vê yekî divê kurd bi taybetî jî kurdên başûr divê piştevaniya zaraveya kirmanckî zêdetir bidin."   ‘Parçebûna kurdan pêşiya polîtîkayên bişaftinê  vedike’    Nadîreyê dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên taybet ya li ser zimanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet, her tim gelê parçe dike ji ber ku îdarekirina bi wî awayî êdî hêsan e. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê wisaye di heman demê de ji bo hemû cîhanê wisa ye. Ji ber ku kurd parçe parçe ne ev tişt bandorê li ser ziman dike û ev tişt ji bo pêkanîna polîtîkayên bişaftinê yên dewletan hêsantir dike."