Pira dîrokî bi tenê ji dûr ve tê temaşe kirin 2020-05-03 09:01:47   Rojda Aydin    ŞIRNEX – Pira Bafid ku xwedî dîrokekek kevn e, li dijî hemû êrîşan û taxrîbatan heta roja me ya îro hatiye. Pira ku di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de cih digire ji ber şerê li Sûriye û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava terkî qedera xwe hatiye kirin û îro tene ji dûrve mirov dikare lê temaşe bike.   Pira Bafid ku jê re Pira Cezere-î Îbnî Omer jî tê gotin li dijî hemû texrîbatan xwe gihandiye heta roja me ya îro û li ber hilweşînê ye. Çavkanî  tînin ziman ku bajarê Cizîrê di nav Çêmê Dîcleyê de ji sê aliyan ve dorpêç kirî bûye. Li kêleka Çemê Dîcleyê Cîzîra ku di nav  giravê de ma ye, bûye bajarê piran. Ji van piran yek jî Pira Bafidê ye. Pira Bafidê  rojhilat bi rojava ve, Cizîrê bi Mezopotamyayêve gire dide û bi gotineke din Kardayê bi Zabdayê ve gire dide. Ev pira di dîrokê de wekî derbasgehekê hatiye bikaranîn. Maurîce Sartre dema behsa Romayên ku tora xwe digihînin hevdû dike dibêje ku ev pira di dema Seferan da hatiye avakirin. Her wiha tê gotin ku Romayiyan ji bo Cizîrê navê “Bezabde” bi kar anîne.   Bajarê sînor Bezabde(Cizîr)   Bi sedsalan Împaratoriya Persê ku xwestiye Çemê Dîcle derbas bike, xwestiye artêşa xwe di ser vê pire re derbas bike. Li gorî çavkaniyan ve pire herî zêde  pira di sedsala 5’emîn de hatiye bikaranîn. Ji ber ku di vê sedsalê de  Bezabde(Cîzîr), di navbera Roma û Sasaniyan wekî bajarê sînor bûye. Bajar  hem  bi êrîşa Şahpur û hem jî ya Constantînus hatiye. Li Rojavayê Çemê Dîcle Sasanî û rojhilatê çem jî Romayî serwer bûne. Di qeydên şerê navbera Roma û Persan de te nîşandan ku li ser Çemê Dîcle gelek pir hatine înşakirin. Di gelek çavkaniyan de dinivîse ku Pira Bafidê ji aliyê Romayan ve hatiye avakirin û nîşanên aîdê Romayan li ser pirê hene. Pira Bafidê ji aliyê gelê Amadiye ve jî wek “Cîsr El-Romanî”(Pira Roma) tê binavkirin.    Li ser pire 12 birç hene   Ev pira dîrokî ku li ser Çemê Dîcle hatiye avakirin di navbera sînorên Cizîr û Rojava de cih digire û di nav gel de jî jê re “Pira Bafidê te gotin. Li ser  pire lêkolînvanên ku lêkolînê dikin bi giştî dibêjin “Pira Dîcle, Cizîr” an jî “Pira Cezîre-î Îbnî Omer” û bi vî awayî derbasî  qeydan dikin. Lê belê gelê Rojava pirê bi navê “Cîsr el-Romanî” nas dike. Pira ku navê  wê “Yafes” jî tê gotin  dîrokeke vî navî yê   kewn tuneye. Piştî Komarê navê hemû gundan bi Tirkî hatine gûhertin. Gundê “Keserdela” ku li hember pire ye ji bo Hz. Nuh û kurê wî Yafes bi bîr bînin ev nav li vê pire kirine. Her wiha tê gotin ku li ser pirê 12 birc jî hen.   Serdana pira dîrokî nayê kirin   Pira Bafid niha li ser sînorê navçeya Endiwar a bajarê Dêrîkê ye. Berê kavlilên pira ku li ser axa bakur bûn, piştî guhertên xwezayî yên wekî herikîna axê li ser erdîgariyê berê herikandina ava Çemê Dîcleyê gûherîne û ber bi Rojava ve diherikea. Ji ber wê jî ev pir îro di nav sînorên Rojava de ma ye. Ger ku berê avê ber bi Cizîrê ve biherikiya dê ev pira di nav sînorên Bakur de bima. Ji ber şerê li Sûriye û êrêşên dewleta tirk ên li ser Rojava ne şêniyên Rojava û ne jî yên Bakur nikarin biçin serdana pirê.  Beriya şerê Sûriye ji herdu aliyan jî kes dikaribûn biçin hem serdana pirê û hem jî li wê seyranê bikin. Lê belê piştî vî şerî dest pê kir şûnde tu kes nikare biçe serdanê. Ev pir niha bêxwedî ma ye li wê dere û tene ji dûr ve lê te temaşekirin.      Bi  hilweşandinê re rû bir û ye   Her wiha Pira Bafidê ku li ser Çemê Dîcleyê ye . bi hilweşandinê re re rûbirû ye.  Tê gotin ku ava bendavan jî be berdan dibe ku zirarê bide vê pirê.