Wênesaz Neşe Toprak: Em ê bi hunera xwe bibin zimanê civakê 2020-04-28 09:06:00   Medya Uren -  Rengîn Azîzoglu   AMED - Wênesaz Neşe Toprak, di pêvajoya vîrûsa koronayê dê bal kişand ser bandora xebatên hunerê û got: "Divê di vê pêvajoyê de stranbêj, muzîsyen û wênevan civakê bi tenê nehêlin. Em wênesaz jî dê bi hunera xwe berhemên nû derxin holê û bi boyaxên xwe jî pêvajoya heyî zindî bikin."   Bi belavbûna şewba koronoyê re, bi taybet di rojeva Tirkiyê de girtiyên sîyasî, tundiya  li ser jinê, qeyrana aborî, kesên xizan û kedkarên tendurustiyê hene. Wênesazên jin van mijaran girtin dest û gotin emê bi wêneyên xwe bibin zimanê civakê.   Şewba vîrûsa koronayê (COVID-19) her ku diçe bêhtir bandorê li ser civakê dike. Ji ber vê sedemê bi sedhezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, ango her beşê civakê ji di bin gefa vîrûsê de dijî. Bi belavbûna şewba koronoyê re, bi taybet di rojeva Tirkiyê de girtiyên siyasî, tundiya li ser jinê, qeyrana aborî, kesên xizan û kedkarên tenduristiyê hene.    Li Amedê komek  wênesazên jin di çarçoveya van mijaran de xebatên xwe yên wêne çêkirinê dan destpêkirin. Hunermendan bi xebatên xwe re careke din giringiya hunerê pêşkêşî civakê kirin. Derbarê pêşnûmeya wêneçêkririnê de wênesaz Neşe Toprak xebatên xwe parve kirin û bang kir ku hemû hunermend van pirsgirêkan bi hunera xwe bilêv bikin.   'Gelek guhertin bi xwe anî'   Wênesaz Neşe, diyar kir ku vîrûs bû sedema gelek tişt biguherîn û wiha got: “Di pêvajoya ku em te de derbaz dibin gelek girane ango wê bibe sedema guhertinên mezin. Em hemû ji dizanin ku wê tu tişt wekî berê nemîne. Ligel ku cîhan ji bo astengkirina şewba vîrûsê di nava têkoşînê de ye em bi çend pirsgirêkên din ên mezintir re rûbirû ne."    'Erîşkar û tacizkar hatin berdan'   Neşe di axaftina xwe de bal kişand ser qanûna înfazê û wiha dom kir: "Bi hezaran girtiyên siyasî di girtîhehan de ne, gelek ji van nexweş in û yên rewşa wan giran jî hene. Lê mixabin girtiyên siyasî ji derveyî qanûna înfazê hatin girtin. Bi hezaran girtiyên êrîşkar û tacîzkar hatin berdan. Di vê pêvajoya şewbê de asta tundiya li ser jinê jî her ku çû zêdetir bû. Li şûna ku êrîşa li ser jinê asteg bikin, kesên êrîşê li jinan dikin hatin berdan. Ev mijareke geleke girîng e. Şewba koronoyê ji xwe re kirin fersend û gelek bûyer nixumandin. Ji bo vê Gulîstan Dokuya li Dêrsimê windabûye mînaka herî ber bi çav e.”   'Tenduristvan di vê pêvajoyê dê bûn qehreman'    Neşe, destnîşan kir ku bi koronoyê re pirsgirêkên mezintir derketin holê lê di çareseriya pirsgirêkan de gavên berbi çav nehatina avêtin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Yek ji van mijarên herî girîng ji bê guman xizaniya civakî ye. Gelek kes ji kar hatin avêtin û niha bê çare ne. Her wiha li gel pêdivî bi îzalasyonê heye jî gelek kes ji neçariyê ji bo debara malê bikin li dervê dixebitin. Divê mirov qehremanên vê pêvajoyê ango kedkarên tenduristiyê jî ji bir nekin. Yên di çepera pêş de li hemberî koronoyê şer dikin kedkarên tendirustiyê ne, lewra bi sedan tenduristvan bi şewba vîrûsê ketin û pirsgirêkên mezin yên ewlehiyê dijîn."   'Wenêsaz dê bi wêneyên xwe pêvajoyê zindî bikin'    Wênsaz Neşe di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe yên di vê pêvajoyê de û got: "Em dibînin ku civak ligel koronoyê bi gelek pirsgirêkên mezintir re têdikoşin. Bi pênûsa xwe em ji dixwazin barê li ser milê civakê bînin ziman. Stranbêj, muzîsyen û wênevan divê di vê pêvajoyê de civakê bi tenê nehêlin. Em dikarin bibin hêvî û rêbazek ya têkoşînê. Bandora hunerê di vê hêlê de mezin e. Gelek stranbêjan bi hev re strana Çaw Bela berz kirin û ev tişt bandorê li ser civakê kir. Bi pênûsa xwe em ê jî van mijaran bigirin dest û xêz bikin. Bi awayê karîkator, pênûsa reş, bi boyax her wiha em ê vî pêvajoyê zindî bikin.”