‘Huner ji bo min şoreşek e’ 2020-04-28 09:01:00   Sara Şêx Hesen   HELEB - Şêwekar Biharîn Sîno dema xwe ya di malê de vala derbas nake. Rastiya rewşa ku  em tê de berbas dibin bi riya tebloyên xwe pêşkêşî civaka xwe dike û wiha dibêje: “Huner ji bo min şoreşek e û ez tê de pêşeng im. Li ser vê bingehê ez jiyana xwe didim avakirin û tabloyên xwe xêz dikim.”   Vîrûsa Koronayê yekem car li welatê Çînê derket û ji ber vê vîrûsê gelek mirovî jiyana xwe ji dest dan. Hemû mirov li dijî  vê vîrûsê şer dikin. Ji bo parastina gel a ji Vîrûsa Koronayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatî Suriyeyê ragihand û heta niha jî berdewam e. Êdî gel li malê xwe dimînin. Biharîn Sîno keçeke Efrînî ye, tememê wê 28 salî ye û li taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê dijî. Biharîn bi xwe şêwekarek e. Her wiha cihê xwe di nava Yekîtiya Rewşenbîrên Helebê de, digire. Dema xwe di malê de bi xêzkirina wêneya derbas dike û hewil dide ku bi riya xêzkirina wêneyan êş û hunera civaka xwe bide diyarkirin. Têkildarî mijarê şêwekar Biharîn ser xebatê xwe axivî û ji me re parve kir.   ‘Divê mirov li keseyeta xwe vegere û  şaştiyên heyî çaraser bike’   Di destpêka axaftina xwe de Baharînê bal kişand ser rewş û xeteriya Vîrûsa Koroayê Ya ku tevahî cîhan tê re derbas dibe  û wiha got: “Rewşa ku niha em tê de derbas dibin rewşeke pir hesas û xeter e. Divê em tedbîrên xwe li gorî rewşê baş bigirin. Mirov dikare dema xwe  di mal de dagire û sûd jê bigire. Çi bi riya pêşxistina hunerê yan jî xwendina pirtûkan, mirov dikare lêkolînan jî bike. Divê mirov li xwe vegere şaştiyî û kêmasiyên heyî di kesayeta xwe de çaraser bike. Di vê dema karantînayê de min weke jin ev dem ji xwe re firsetek dît, ku ez bêtir wêneyan çêbikim, li ser perwerdeya xwe ya kesayatî bisekinim û xwe pêş bixim."   ‘Huner ji bo min şoreşek e’   Di berdewamiya axaftina xwe de Biharînê qala hunera xwe kir û ev tişt got: "Bi riya wêneyan ez xeyalên xwe pêk tînim, xêzkirina wêneyan bandoreke wê ya erênî li ser jiyana min heye.  Her kêliyek ji roja derketina me ji Efrînê heta roja îro di bîra min de ye. Ev tişt di tabloyên min de diyar dibe. Êşa civak û gelê Efrînê dîtiye ne hêsan e. Heta niha jî berxwedana wan berdewam e. Wêneyên ku ez xêz dikim piranî wêneyên Şehîdan e ji ber yên ku riya me ronî dikin û girêdana me ji jiyanê re didin çêkirin şehîd in. Her wiha wêneyên xweza û şûnewarên Efrînê xêz dikim. Me dît ku dewleta tirk û alîgirên wê di bajarê Efrînê kiryarên binpêkirinê pêk anîn, şûnwarên me talan û wêran kirin, lê dîroka me bi me re dijî. Em ê parastina wê bikin em nahêlin winda bibe. Hêviya me ya mezin rizgarkirina Efrînê ye. Li ser vê esasê divê em xebata xwe qet ranewastînin."    ‘Yê ku serkeftinê bixwaze gerek bixebite’   Di dawiya axafina xwe de Biharînê daxwaz kir ku her mirovek  xwe di aliyê hunerê de bibîne û xwe pêş bixe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê mirov bi armanc bijî. Em di nava şoreşekê de ne.  Yên ku serkeftinê bixwaze gerek bixebite, li pey lêgerîna rastiyê be û di aliyê felsefî de xwe bêtir pêş bixe. Em ê bi hev re vê rewşê derbas bikin. Gelê me divê di mala xwe de bimînin û li biryaran guhdar bikin.”