Hunermend: Berî mirinek din divê em bikevin tevgerê 2020-04-20 09:02:00   WAN - Helîn Bolek ya bi armanca ku daxwazên endamên koma Grup Yorum bên cih, ketibû rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dabû. Îbrahîm Gokçek jî çalakiya xwe didomîne. Hunermendan diyar kirin ku ji bo mirinek din pêk neyê divê demildest bikevin tevgerê.   Endama koma grup Yorum Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek bi armanca qedexeyên li ser konserên wan bên rakirin û endamên ji lîsteya sor tên lêgerînkirin ji lîseyê bên derxistin û zextên li ser Navenda Çanda Îdîl bên rakirin ketibûn greva birçîbûnê û piştre grev veguhertibûn rojiya mirinê. Helîn Bolek di roja 228’emîn a çalakiya xwe de jiyana xwe ji dest da û rewşa Îbrahîm Gokçek yê çalakiya xwe didomîne jî her diçe xerab dibe. Hunermendan bertek nîşanê rewşê dan û gotin: “Divê gel topyekun deng derbixe û ji bo mirinên din pêk neyê têbikşin.”   ‘Ji bo gel meşandina hunerê bedela wê girane’   Hunermend Xecê Peyan, da zanîn ku her kes xebatek hunerê û feraseteke hunerê ya alternatîf nameşîne û got: “Yên dimeşînin jî di bin zextan de ne. Pir kêm kesên ku hunera alternatîf dikin hene. Ji ber vê jî bedelên wê giranin. Em vê di şexsê Helînê de dijîn. Helînê zext qebûl nekir û bû nemir. Sekn û hunera Helînê wê bi sedalan bijî.”   ‘Em dikarin alternatîfan biafirînin’   Xecê wiha got: “Em bi zimanê xwe stranan dinivîsin. Lê li hember me hêzek mezin heye. Rengên ne ji xwe qebûl nakin. Em bi rejîmek wisa re rû bi rû ne. Peywirek girîng dikeve ser milê hunermendan. Divê em bêjin ‘em hunermendên Kurdin’ û kedê bibin. Ya ku Grup Yorum dikir jî ev bû. Dvê em deng bidin têkoşîna Grup Yorum. Em dikarin alternatîfên xwe biafirînin.   Hunermend Zana Say jî daxuyakirin ku Grup Yorum xwe bi girseyên mezin daye qebûlkirinê û girseyeke mezin a guhdarvanê wê heye û got: “Qedexekirina konseran, tê wateya netehemuliyê. Zext nikarin bên qebûlkirin. Hunermendek divê bi zimanê xwe bi awayekî azad stranên xwe bêje. Di şexsê Helînê de divê em zêdetir xwedî li hunerê derkevin.”