Çapemeniya kurd 122 salî ye: Em ê herdem li pey rastiyan bin 2020-04-20 09:01:00     Zeynep Durgut   AMED - Di çarçoveya 22'yê Nîsanê Roja Rojnameya Kurd de jinên rojnameger ên kurd axivin. Jinên rojnameger diyar kirin ku kevneşopya rojnamegeriya kurd li gel hemû zext û zoriyan bi salane didome û gotin ku ew ê her tim raya giştî bi zimanê dayîkê agahdar bikin.   Di 22’yê Nîsana 1898’an de cara yekê li paytexta Misirê Qahîreyê, rewşenbîrê Kurd Miqdat Midhet Bedirxan rojnemeya bi navê “Kurdistan” derxist û ji wê rojê û şûnde weşangeriya kurd li gel hemû zextan berdewam dike. Ji ber ku cara yekê weşangeriya kurd bi Rojnameya Kurdistan hat destpêkirin ev roj her sal bi çalakiyên cur bi cûr ji aliye rojnamgerên kurd û Gelê Kurd ve wekî Roja Rojnamegeriya Kurd tê pîrozkirin. Bi salane li çar perçeyên Kurdîstanê polîtîkayên pişavtinê li ser Gelên Kurd  berdewam in. bi pêkanînên Rewşa Awarte û bi KHK’yên hatin derxistin bi dehan sazî,rojname, ajans û televîzyonên ku bi kurdî weşan dikirin ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Li bakurê Kurdîstanê bi taybetî jî rojnamegerên kurd di bin şert û mercên herî giran de dixebitin û rastiyan bi zimanê xwe ji raya giştî re parve dikin. Lê hîna jî zimanê kurdî wekî zimaneke fermî nayê qebûlkirin.   Di heman demê de  di van rojên dawî de rojnameger ji ber şewba vîrûsa koronayê jî di bin şert û mercên herî giran de dixebitin. Di çarçoveya Roja Rojnamegeriya Kurd de rojnamegerên jin der barê zehmetiyên ku dikşînin de axivîn û anîn ziman ku wekî her netewekî mafê Gelê Kurd e jî ku bi her awayî bi zimanê xwe biaxive û bi zimanê xwe fêr bibe û gotin ku ew ê astengiyan nas nekin û li dijî hemû qedexeyan û polîtîkayên pişavtinê bi zimanê dayîkê gel ji rastiyan agahdar bikin.   'Bi mîlyonan kurd hene lê mafê wan ê perwerdê tüne ye'   Edîtora servîsa kurdî ya Ajansa Jinnewsê Mûnevver Karademîr anî ziman ku ji bo parastina ziman hewceyî perwerdê û bi têkoşîneke hevpar heye. Mûnevverê bi lêv kir ku hewceye hemû pêşengên civakê zimanê dayîkê bi kar binin û ev tişt anî ziman:”Bi salan e em jî wekî servîsa kurdî ya Jinnewsê hewl didin ku bi kurdî nûçe çêkin. Lê ji êdîtorên din cûdayihek me heye, ew jî ew e ku zimanê kurdî bi awayeke fermî nayê bikaranin û li ser ziman qedexeyek heye. Li gel ku em ji mafê perwerdê yê zimanê xwe bêpar man, heta roja îro bi keda ku me dayî û bi hewledanên xwe me ev zehmetî derbas kirin û em bi zimanê xwe weşangeriyê dikin. Ev di serî de keda dayîkên me û keda civaka me ye ku xwedî li zimanê xwe derketin. Me jî hewl da ku li ser şopa wan em zimanê xwe hîn bibin. Lê em bi derfetên xwe hîn bûn. Ew jî pirsgirîke.  Li her welatan mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe.  Lê mixabin li gel ku li bakurê Kurdîstanê bi mîlyonan kurd hene jî qadên perwerdekirinê tüne ne û perwerdeya bi zimanê dayikê li zarokên kurd qedexwe ye.”    'Dema ku ziman wenda bû netew jî winda dibin'   Mûnevverê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên nivîsandina nûçeyên bi zimanê kurdî û got:”Lê tevî hemû zextên li ser zimanên kurdî em îro li vir edîtoriya kurdî dikin. Armanca me ne tenê bi zimanê kurdî rojnamegerî yê, di heman demê de em dixwazin zimanê kurdî pêşve jî bibin. Mirov dikare zimaneke din hîn bibe û dema pêwîst dike bi kar bine. Lê di serî de divê mirov zimanê xwe bizanibe. Dema ku ziman wenda bû netew jî winda dibe.”   'Jinên kurd di qada çapemeniyê de bûn pêşeng'   Munevverê herî dawî bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamageriya Kurd bal kişand ser rojnamegerên jin di qada çapemeniyê de û wiaha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên kurd wekî li hemû qadên têkoşîna azadiya Kurdistanê pêşengtî kirin, di qada çapemeniyê de jî ji jinan re bûn pêşeng. Qada çapemeniyê wekî qada meran dihat zanîn û heta demen dawîn jî zêde jin lê tüne bûn. Jinê heyî yên li vê qadê jî li gorî erka ku civaka mêr da dabû ser milên wan tevdigeriyan. Lê jinên kurd ev qad veguherandin û ji jinan re cih vekirin. Van jinan tene rojnamegerî nekir di heman deme de weşan jî rêvebirin. Ji van jinan yek jê jî Gurbetellî Ersoz bû ku cara yekê  weşan rêvebir.  Jinên kurd ên wekî Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Evîn Buldan û bi dehan jinên din ku ên beriya xwe mînak girtin heta dawiya jiyana xwe ala rojnamegeriyê ji dest bernedan û dewrî nifşên piştî xwe kirin. Ew jinên ku ala têkoşînê dewerî wan hat kirin îro li rojnameyan, ajansan û Tv yan rojnamegeriyê dikin û weşanan rêve dibin.”   Munevverê di dawiya axaftina xwe de pîrozbahên k udi  Roja Rojnamegera Kurd de tên kirin jî bi bîr xistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: Ji ber ku weşangeriya kurd bi Rojnameya Kurdistan hatiye destpêkirin ev roj wekî Roja Rojnamegerên Kurd her sal bi çalakiyên cur bi cûr dihat pîrozkirin. Lê vê salê ji ber şewba vîrusê mixabin bi awayekî cüda tê pîrozkirin.”    'Ji bo parastina ziman ez bi kurdî rojnamegeriyê dikim'   Nûçegiha rojnameya Xwebûnê Bêrîvan Kayi jî anî ziman ku ji bo parastina ziman û derxistina rastiyan ew di çapemeniya azad de cih digire û ev nirxandin kir:" Nêzîkatiyên giştî yên li dijî zimanê kurdî di her qadeke jiyanê de ber bi çav in. Em dibînin ku zimanê kurdî ne di jiyanê de ye. Tu kes êdî jiyaneke kurdewar najî. Êdî malbat tev zarokên xwe bi zimanê biyanî mezin dikin. Dema ku min ev nêzîkatî dît,ez pir bê aciz bûm û ez ji vê yekê bi bandor bûm. Piştre min biryar da ku ji bo parastina ziman tiştekî bikim. Bi taybetî jî min dixwest ez li rojnameya Xwebûn bixebitim. Ji ber ku rojnameya Xwebûn bi kurdî tê weşandin, axaftin bi kurdî ye, hişmendî bi kurdî ye.  Ez dikarim bibêjim ku jiyan bi her awayî li vê rojnameyê bi kurdî ye."   'Kêmasiyên li dijî ziman pir in'     Berîvanê nêzîkatiya li hemberî zimanê kurdî rexne kir û got ku parastina ziman bi xedîderketinê  pêkane û wiha berdewam kir:" Dema ku mirov di nav çapemeniya azad de wekî nûçegihanê kurdî cih digire di heman demê de mirov nêzîkatî û kêmasiyên li dijî ziman jî dibine. Di nav ajansan û çapemeniya azad tev de nêzîkatiya li hemberî nûçeyên kurdî qels e. Nûçegihanên ku bi kurdî jî dinivîsin van pirsgirikan dijîn. Hem li qadê û hem jî dema em dikevin nav têkiliyan. Raste rast ji me re dibêjin ‘Enikarim bi kurdî biaxivim,ez nikarin bi kurdî xwe bînim ziman’. Bi giştî nêzîkatî bi vî awayî ne. Ev aliyê tê dîtin e. Ew tişta ku mirov diêşîne ye."   'Divê em nûçeyên xwe li gorî bên dîtin çêbikin'   Berîvanê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî polîtîkayên pişavtinê divê nûçegihanên kurdî  baldartir nûçeyên xwe binivîsin û wiha pê de çû:"Tişta ku herî niha hewce dike bi awayekî lezgînî em di qada rojnamegeriyê de xwedî li zimanê xwe derkevin. Li hemberî polîtîkayên pergalê yên pişavtinê divê em ji ji nûçegîhanên din baştir nûçeyên xwe çêbikin û xwedî derkevin. Divê em pêşiya nûçegihanên bi kurdî nûçegîhaniyê dikin vekin. Bi awayeke baldartir û bi awayeke ku nûçeyên me bên mereqkirin û dîtin divê em nûçeyan çêbikin.”   'Li Kurdistanê rojnamegerî tê wateya kuştin û girtinê'   Rojdayê bal kişand ser damizirandina Roja Rojnamegeriya Kurdî û got ku ji wê rojê heta niha zext û êrîşên li ser çapemeniya kurd bênavber didomin û ev nirxandin kir:" Zextên li ser rojnamegerên kurd ji derketina rojnameya Kurdistan ve destpêkirine û hatiye roja me ya îro didomin. Ji ber îktîdar zext û mekanîzmayên xwe yên hov xistiye dewrê. Girtin, binçavkirin, lêdan û îşkencekirin li ser rojnamegerên kurd bê navber didome.  Dîsa li saziyên çapemeniya kurd lêpirsîn û doz tên vekirin. Ji ber manşetên rojnameyan doz tên vekirin, ajans tên astengkirin û girtin. Li Kurdistanê rojnamegerî tê wateya kuştin û girtinê. Lê li gel van hemû şert û mercan jî  rojnamegerên kurd serî natewînin û  bi wêrek dixebitin. Ez Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî hevalên me yên ku niha di şert û mercên zehmet de dixebitin û yên li zindanan de pîroz dikim."