Klama ‘Min te dîtibû’ bi dengê jinê ji nû ve tê strandin 2020-04-18 09:08:00     Safiye Alagaş   STENBOL - Hunermenda NÇM’ê Nurcan Degîrmen klama gelerî ya Kurd ‘Min te dîtibû’ wek sîngil derxist. Nurcanê di vê pêvajoya vîrusê de stran li ser hemû platformên muzîkê parve kir û got ew ji hêza başkirinê ya hunerê bawer dikin. Hunermenda Navenda çanda Mezopotamya (NÇM) Nurcan Degîrmencî strana gelerî ya ‘Min te dîtibû’ wek sîngil derxist û ji ber vîrusê nikaribû klîbê bikşîne lê li ser hemû plaformên muzîkê di 6’ê Nîsanê de weşand. Nurcanê der barê xebata xwe de nirxandin kir.   *Wek strana gelerî ya Kurd ji nû ve şîrove kir. Hun dikarin pêvajoya xebata ji bo stranê hinek vebêjin?   Beriya vê sîngilê ez dikarim hinek behsa Şahiya Stranan bikim. Wek tê zanîn bi salan li ser zimanê Kurdî asîmîlasyon heye. Gelek çavkanî neketibûn bin qeydan. Me wek hunermendên NÇM’ê ji salên 90’î heta niha li ser çand û hunera Kurd xebat meşand. Em bi xezîneyek wek behr re tên rû hev. Ji bo em van berheman bigihînin nifşê pêşerojê, em ketin hewldanan. Ji ber vê me ev berhem di sê albumên ‘Şahiya stranan’ de anîn cem hev. Klama ‘min tu dîtibû’ ji tevî di repertuarê de hebû, di albumê de tunebû. Min ev klam xist repertuara sahneyê. Piştre Umît Uçar ji nû ve sererast kir û me bireyar da ku em bikin sîngil.   *Naveroka stranê xweserbûna xwe ya bi paşerojê re diparêze. We ev xweserbûn çawa parast?   Hem Umît min baş naskir û hem hevalên min yên din yên muzîsyen stran dizanibûn. Dizanibûn ez çi dixwazim. Ji ber vê ev bo min şans bû. Armanca me ev bû ku em klîbekê jî bikşînin. Sererastkitin û klarnet aîdê Umît Uçar, saz aîdê Engîn Cengîz, keman aîdê Çekdar Gokçe, pereduksiyon Îsmet Kizil, Gîtar Hamza Korkutata, lavtada Mahsun Yîgît e û bi muzîkjen Serhat Kural, Ruken Yilmaz re em xebitîn. Xebatek kolektîf bû.   *Dema we der barê stranê de lêkolîn kir hûn çi fêr bûn?   Gelek nîqaş hatin rojevê. Neşet Ertaş bi gotinên ‘Gonul Dagi’ strandibû. Ev gelek hat nîqaşkirin. Di çavkaniyan de tê gotin ku Rustemê Îsko di 1969’an de di Televîzyona Dewletê ya Yekitiya Sovyetê de di bernameyeke ji bo venasîna Kurdên Gurcîstanê hatiye amadekirin de strandiye. Neşet Ertaş jî di 1971’ê de di plaka xwe de dixwîne. Ji bo vê hewcedarî bi çavkaniyên saxlem hene. Ji bo gelek stranan wisa ye.   *Sedemeke taybet ya tercihkirina we ya vê stranê heye?   Rîtm û gotinên wê bandor li min kir. Straneke evînê ya ji dil hatiye gotinê ye. Ji aliyê guhdarvanan ve jî gelek hat hezkirin. Berê jî gelek hunermandan strandine lê bawer im di bin bandora Tirkî de mane. Gonul Dagi giran tê gotin .Lê dema mirov li Rustemê Îsko dinêre,bi rîtmek dînamîk dibêje. Min jî ew esas girt.   *Di vê pêvajoya her kes li mala xwe ye strana we di platformên muzîkê de hat weşandin. We bertekên çawa girtin?   Em her tim bi hêza başkirinê ya hunerê bawer in. Gelek hunermend êdî li malên xwe ji bo guhdarvanên xwe konserên zindî didin. Ligel vê civak jî niha di pêvajoyek zehmet re derbas dibe. Her tim bi fikarin. Çav û gûh li ser nûçeyan e. Lê hewcedariya me hinek bi bîhndanê heye. Me bertekên xweş girtin. Ev ji bo me bû moral.   *Di van rojên koronayê de bi armanca piştevaniya jinan tiştekî hun bêjin heye gelo?   Mixabin wek her tim dîsa barê herî giran vê pêvajoyê ket ser milê jinan. Zîhniyeta ku hîna her tiştî peywira jinê dibîne mixabin xwe ferz dike. Em dizanin ku jinên li malê dengê wan nayê bihistin hene. Mixabin li vî welatî jin ne di ewlehiyê de ne. Ji bo vê divê em di piştevaniyê de bin, bêdeng nemînin. Divê em hêviya xwe ya ji bo rojên xweş biparêzin.   Ji ser vê lînkê hun dikarin xwe bigihînin stranê:https://www.youtube.com/watch?v=fMh0fP9Il7k