Nivîskar Gulîzer: Divê em bibin nobedarên zimanê xwe yê dayikê 2020-04-15 09:08:54   Medya Uren   AMED - Nivîskar û helbestvan Gulîzer, diyar kir ku divê kurd bibin nobedarên zimanê dayikê û got: "Divê em xwe bikin nobedarên vî zimanî. Gelo dê nifşên nû ji sedî çend peyvên dayika xwe bizanibin? Hêdî hêdî bîrên vî zimanî zuha dibin. Divê em her yek xwe bikin nobedarên vî zimanî."   Her jin di xwezaya xwe de nivîskarên heqîqetê û têkoşerên jiyanek azad in. Li gel van ji jinên kurd ên ku her tim li hemberî qedexeyan destanek ya berxwedanê nivîsandine, bûne nîşaneya pênûsa heqîqet ê. Ji bo nivîskar û helbestvana kurd Gulîzer jî nivîsandin şoreşek bû. Bi nivîsandinê xwe nûve nas dike û xwe pênase dike. Taybetiyek din a wê jî paşnavê xwe bikar nayne. Gulîzer çîroka xwe ji ajansa me re parvekir.    Gulîzer di sala 1979’an de li Elîpara Amedê ji dayik bûye. Zarokatî û ciwantiya wê li Amedê derbas dibe. Li Zanîngeha Dîcleyê beş mamostetiya ziman û wêjeya Îngîlîzî dixwine. Di heman demê de jî li nexweşxaneya dewletê jî pîriktiyê dike, piştî zanîngeh diqedîne berê xwe dide Îzmîrê û li vir mamostetiya zimanê Îngilîzî dike. Di sala 1997’an de dest bi nivîsan dike. Di malbata Gulîzarê de ji nîvîskar pir in û hemû ji bi zimanê kurdî nivîsên xwe dihonin. Gulîzar dayika 2 zarokan e û li Swêdê dijî. Niha li vir hem karê xwe dike û hem jî dinivîsine. Wê berhemên weke Keziyên Jinebî (2006), Bûka Baranê (2009), Şevname (2011) û Sindoqa Dirûnê (2016) derxist.   Gulîzer di destpêka axaftina xwe de got jiyana mirov û nasnameyên mirov bandoreke mezin li ser nivîsa mirovan dike û hinek şop hene ku dibin nexweşiya rihê mirovan jî. Gulîzer wiha got: “Min malbata xwe di pirtûka xwe ya dawiyê de da nasandin. Ji ber ku tesîra malbata min jî li ser keseyatiya min û nivîskariya min pir e. Ji xwe dayik û bavê min her tim ji me re bûn mînak.”   ‘Min xwest ez heyfa xwe ji jiyanê hilînim’   Gulîzer di axaftina xwe de bal kişand ser zarokatiya xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokatiya min bandorê li ser nivîsên min jî kir. Zarokatiya min jî wekî gelek zarokên kurd li ber deriyê girtîgehan derbas bû. Bavê min mamoste bû û di dema darbeyê de hat girtin. Her hefte em diçûn serlêdana wî, lê ji ber ku me xeynî kurdî zimanekî din nedizanî me nedikarî em bi bavê xwe biaxifin. Dema ez mezin bûm ez bêdengiya zaroktiya xwe hesiyam. Min dît ku ew êş û birîn, hemû ji min re bûn helbest. Hezkirin, bêrikirin û hemû hestên din min di dilê xwe yên zarokatiyê de mezin kir. Ew peyvên min ên wê deme, wek peyvên guneh û qedexe li ser dilê min veşartî mabûn. Min xwest ez peyvên wî zimanê qedexe, bikim helbest û heyfa xwe ji jiyanê bistînim.”   ‘Min bi keviran pirek ava kir…’    Gulîzer, destnîşan kir ku mirov dema ciwan be bi nasnameya xwe dihese û hinek navan ji xwe re dibine û li ser wan nasnameyan, kesayetiya xwe ava dike.  Gulîzar wiha nêrînê xwe anî ziman: “Nav û nasnameyên ez pê hesiyam bi êş bûn. Ez di ciwantiya xwe de bi ferhengeke giran re rûbirû mam û di bin wê ferhengê de çewisîm. Jinbûn jî bi peyva bindestîbûnê herimî bû. Nasnameya kurdbûnê jî bi bindestiyê herimî bû. Hinek nasname hene ku mirov bi xwe nabijêre. Min dît ku nasnameyên min çar alî bi bindestiyê ve hatine dorpêçkirin. Min her peyvek ji xwe re kir kevîrekî biçûk û bi wan keviran pirek ava kir, di navbera ez a min a rastîn û ez a min a çêkirî de, ev pir hebûn. Bi vê pirê min xwest xwe bigihînim kesayetiya xwe ya bênasname. Min ew hêza xwe ya naskirinê ji wan peyvan girt û bi wan peyvan, kiras an nasnameyên nexweşik û xweşiktir kir û da ber dilê xwe. Min ew nasnameyên ji min re hatibûn gotin ji ber nekir, min xwe lê zêdekir.”   ‘Çîrok û birînên jinan’   Gulîzer nêzî 7 salan li nexweşxaneyê xebitî û wiha bal kişand ser dema xebata xwe: “Ez heft salan li nexweşxaneyê de xebitim. Ew heft sal xwedî taybetmendiyeke mezin e di jiyana min de. Ez li wir rastî gelek trajediyan, çîrokan, nexweşî û birînên jinan hatim. Ew rasthatinên min, ferhenga min a jinbûnê dewlemendtir kir. Ji ber wê dua, nifir, gotin an çîrok û hestên wan jî min re bûn çavkanî. Her yek ji wan, bûn janek li ser dilê min.”   ‘Bi zimanê xwe têkîlî bi zarokên xwe re daynîn’    Gulîzer di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û mijar wiha şîrove kir: “Em civateke bêdewlet in û zimanê me, ne zimanê perwerdehiyê ye. Ji bo em ziman û çanda xwe biparêzin, berxwedaneke mezin didin. Li gorî min, kare herî mezin ê li dijî asîmîlasyonê, hezkirina ji xwe ye. Ji xwe, ji çanda xwe, ji welatê xwe hezkirin e. Mirov dikare wisa bi ser bikeve. Di nava vî şerî de, çeka herî mezin ya serdestan ew e ku li cem bindestan jixwehezkirinê tune bike. Gava ev hest peyda bibe êdî serdest biserketina xwe mîsoger dikin. Ew kes bi xwe ji keseyatiya xwe dûr dikeve, yanî asîmîle dibe. Ne wek karekî û bi hişmendîya welatparêziyê, divê em ji dil bi peyvên zimanê xwe re têkîlî deynin û bi zarokên xwe re, bi dildarên xwe re, bi van peyvan biaxifin.”   ‘Mirov bi zimanê xwe diêşe’    Gulîzer, diyar kir ku zimanê kurdî zimaneke dewlemende û wiha axivî: “Mirov bi kîjan zimanî mezin bibe, rengê hubrê rengê wî zimanî ye. Pênûs zimanê mala mirova ye. Mirov çend ziman bizane jî mirov bi zimanê xwe diêşe. Kodên binhişiya mirovan hene û şopên xwe li ser jiyana mirov dihêlin. Ew kod hûrik bi hûrik şiklekî jiyanê di mejiyê mirov de dihonin û ev şekil bi zimanê dayikê tê honandin, loma ewqas tesîrê li mirov dike. Lê ez zimanê helbesta xwe wek heyfstendineke ji nasnama xwe ya kurdî ya bindest dibînim û nasnama xwe pê azad dikim.”   Di pirtûkên Gulîzerê de paşnav nîne!   Gulîzer di pirtûkên xwe de paşnavê xwe bikar nayne û wiha got: “Dem min helbestên xwe weşand, min paşnavê xwe bi karneanî. Ji ber ku paşnav di jiyana jinê de peyveke aydî sîstema bavsalarê ye. Li gorî wê, jinek ya aîde bavê xwe yan aîdî mêrê xwe ye. Redkirina paşnavê ya di nivîsê de, ji bo min wek sembola heyfstendina nasnameya jinbûnê ya bindest bû. Piçekî be jî min xwest, nivîs xwe ji wê nasnameya bindest azad bike. Her wiha min xwest li ser navê bi hezaran Gulîzeran, tiştekî anonîm bibêjim. Nivîskar dikare bi peyvan, şêweyên nû biceribîne, lê alav ji çand, folklor û ji binheşiya zimanê xwe xwedî dike. Heke peyvek li ser rihê nivîskar, şopeke kûr nehiştibe, nikare peyvan ji bo xwe bike derb.”   ‘Divê em xwe bikin nobedarên vî zimanî’   Gulîzer, bal kişand ser parastina ziman û wiha bi lêv kir: “Rêyeke bi tene heye, gava em bikaribin di nav nifşan de pirek xurt ava bikin, em ê zimanê xwe biparêzin. Mesela diya min, ji bo çand û folklora kurdî kaniyeke dewlemend e. Ji bo min û ji bo ruhên peyvan jî ji min re mamosteyeka baş e. Ez carna difikirim û gelekî xemgîn dibim, gelo wê qîza min ji sedî çend peyvên diya min bizanibe? Gelo ez ji wê bîrê, hîn çiqas bêpar im? Hêdî hêdî bîrên vî zimanî zuha dibin. Divê em her yek xwe bikin nobedarên vî zimanî. Heta zimanê me bibe fermî, divê jimara nobedaran gelekî zêde be.”   ‘Li hemberî xwezayê bi hurmet bin’    Gulîzer di dawixa axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya niha ya vîrûsa koronayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vîrûsa koronayê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Di karasatên wisa mezin de, morala civakê qels dibe û dişkê. Helbet divê rewşenbîr hem derdora xwe hişyar bikin, hem jî dil bidin civakê ku heta nexweşî bi dawî bibe sebir bikin. Karesatên wisa berteka xwezayê ne. Xweza nîşanî me dide û dixwaze bibêje ku li hemberî xwezayê bi hurmet bin.”