‘Mala min dîrok e û dîroka min jî parastina çanda jina kurd e’ 2020-04-15 09:06:23   Roj Hozan   QAMIŞLO - Jina bi navê Hizniya Osman an jî ‘Keça Kurd’, mala xwe kiriye pêşengeha hewandina tiştên çanda dîrokî û foklorê kurdî. Hizniya derbarê hezkirina xwe ji çandê wiha dibêjê: "Hîn min ji bo jiyanê re negotiye ez westiyame. Tevgera min watedariyê dide jiyana min. Ji bo wê keda min bi qîmet e. Ger mirovek dîrokê biparêze wê çand zindî bimîne. Xewna min a zarokatî bû ku her ez di nava dîroka jina kurd e xwe hîs bikim."   Di dîrokê de her jinê ji bo parastina çanda xwe têkoşîn kiriye û gelek berhem ji helandinê parastiye. Di dema me ya niha de jî dibe kêm caran mirov jinên ku tiştên çandî li gel xwe hiştine dibîne, lê vê carê çîrok cuda ye. Di maleke jinekê de mirov pêşengeheke çandî dibîne. Jina bi navê Hizniya Osman  ji gundê Maşoqê yê navçeya Tirbespiyê ye û bi temenê xwe 50 salî ye. Dema ku mirov derbasî mala Hizniya dibe, hîn ji deriyê malê ve mirov dizane ku ev mal jinek tê de dijî.  Li ser her bostek ji axa mala xwe kulîlk çandiye. Di nava wan kulîlkan de jî peykerên jinên kedkar hene.  Mirov  nizane ji xwe re li ku derê mêze bike. Hizniya mala xwe kiriye mîna buhiştê û bi darên mala wê ve tişteke çandî mîna selik, cerik û teşî daleqandî ne.    Hizniya ji girêdana xwe ya bi çand û xwezayê re di nava jiyaneke dîrokî û kevneşopiyê de dijî    Di mala Hizniya de gelek tiştên xweşik, bi qîmet û pîroz hene. Ji her cureyên jiyanê, keda jinê, dilnizmiya wê, tevgera wê, hezkirin û girêdana bi çanda resen ve  beşek girtiye û tevlî mala xwe kiriye. Jixwe Hizniya navê xwe kiriye ‘Keça Kurd’. Hezkirina ji çanda kurdî û watedariya wê di dilê wê de her heye. Ev nav layiqî xwe dît û li xwe kir. Di hewşa Hizniya de her tiştên ku îro di civakê de winda ye, paşguh bûye û dibe nifşê niha nasneke jî heye. Hizniya ji girêdana xwe bi xweza û çandê re jiyaneke nû di mala xwe de afirandiye û wisa ew bi serê xwe di dîrok û kevneşopiyê de, dijî. Li ber deriyê  odeya wê jî pisîkeke biçûk heye. Navê wê jî kiriye Bozo. Hizniya wê xwedî dike û dibêjê ev lawir sebra min a di malê de ye. Ya herî balkêş jî odeyek biçûk di mala wê de heye, li deriyê wê mirov  mêze dike, wê kêliyekê ji xwe re di nava dîrok û çanda kurdî de bigere. Hizniya di mala xwe de pêşengeheke foklorî çêkiriye û mirov ji her deverê tên ji xwe re lê temaşe dikin.    Ji bo naskirina xebatê Hizniya û girêdana wê ya bi çand û folklorê Kurdî re, li gel Hizniya me xebatê wê nas kir û şopand.   'Ji hezkirina dayika min ji çanda kurdî re, dilê min hînî eşqa çandê bû'   Hizniya di destpêka axaftina xwe de li ser jiyana xwe axivî û wiha got: "Li gundê Maşoqê ez hatime dinê û di nava xweşikbûna wê de ez mezin bûme. Dema ku zarok bûm, ez fêrî hemû kar û keda jinan a di jiyanê de bûm, gelek caran ez bi jinên mezin re dixebitîm û her kêliyek ji min re fêrbûneke nû bû.  Jixwe dayika min dibistana min a yekem bû, ji hezkirina wê ya ji çandê re, dilê min hînî eşqa çanda Kurdî bû. Gelek caran min li çîrokên dapîran guhdar dikir, ji wan çîrok û gotinan min bi destê xwe tiştên çandî çêdikirin û wisa ez fêr bûm. Ji bilî vê yekê jî ez fêrî xwedîkirina lawiran, çandinî, dirûtin û hems her tiştekî ku bala mirovan bikşîne, bûm. Fikrê min zelal bû û destê min jî bi tevger û qîmet e, ji bo wê ez li ser çi difikirîm destê min çêdikir. Keda ku min di nava jiyanê de kiriye ku dîrok devê xwe veke wê derheqê min de kêm biaxive."   'Min ji jiyanê re negotiye ez westiyame'   Hizniya di dewamiya gotinên xwe de bal kişand ser jiyana di hundirê mala xwe de, watedariya wê û wiha domand: "Di mala min de her tişt heye, ji  pêdîviyên jiyanî, çandî û her tiştê ku dilê min bixwaze. Hemû jî min bi destê xwe çandine. Min darên behîv, pirteqal, mişmiş û gelek şênkayî di hewşa xwe de çandiye û jê debara mala xwe dikim. Di nav de jî çend lawirên mîna mirîşk, qaz û pez xwedî dikim ji bo hemû pêwîstiyên min  di mala  de bin û mihtacî derve ne bim. Ji xwe peykerên jinan yên ku di mala min de hene, ez pir watedariyê didim wan û di nav de jî xwe dibînim. Hîn min ji jiyanê re negotiye ez westiyame, tevgera min watedariyê dide jiyana min."     'Mala min dîrok e û dîroka min jî parastina çanda jina kurd e'   Hizniya qala  hezkirina xwe ji çand û folklora Kurdî re kir û wiha pê de çû: "Di sala 2006’an de çîroka min bi hevdana tiştên folklorî re dest pê kir.  Destpêkê hin tişt li gel min hebûn, lê ne bi qasî ku ez pêşengehekê di mala xwe de vekim. Ev xewna min ya zaroktî bû ku ez her di nava dîroka jina kurd xwe hîs bikim û pêk hat. Ji gelek deveran min tiştên kevnar dane hev û gelek jê jî min bi destê xwe çêkirine, ji çermê lawiran û gîhayên ku ji deştan didim hev. Min çandek afirand. Di mala min de her beşek çand û her tiştek dîrokekê vedibêjê. Caran gelekî kes ji min re digotin ma ev çi tişt in tu li xwe dide hev, lê  her min digot  ger mirovek dîrokê biparêzê wê çand zindî bimîne, bila ew mirov ez bim. Ez niha di nava dîrokekê de dijîm û pir kêfxweş im ku îro her kes Keça Kurd bi hezkirina çanda resen nas dike. Mala min dîrok e û dîroka min jî parastina çanda jina kurd e."   'Min bi destên xwe çand afirandiye'   Hizniya bal kişand ser  tiştên çandî yên ku di pêşengeha wê de hene, wateya her tiştekî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di pêşengeha min a folklorî de, cil û bergê bûkan hene.  Jixwe min bûk bi xwe jî çêkiriye, lê min devê wê çênekiriye, ji ber di hin eşîrên  berê de dema ku jin dizewicandin bê şêwir bû. Wateya wê jî ev e ku min devê jinê têde çênekirye. Min destnîşanî êşa jinê kiriya. Dergûşên zarokan  jî hene, yên ku dayikên me me tê de hejandin û lorandin heya ku îro em li ser piyan e. Wateya wê jî  ku ez qîmetê didim dayika xwe. Li aliyekî din jî hemû alavên cotkariya kevnar  û metbexa kurdî hene ji dasik, kevçok, derase, sofra, çaydan, kevirê çêkirina xwarinê, qînax û melhêb. Li aliyê din jî tiştên hunerî mîna teşî, hirî, meşik, sêl, dankut, bêjink , dane avê , hebeşiyê tifikê û gelek tiştên di jî hene li ser lîstokên berê mîna maş û şeşbirik hemû min bi destê xwe çêkirine. Min gelek peyker çêkirina yên mirovên ku êş û zilm di jiyanê li ber destê axayan didîtin,  çêkirin. Li ser malên kurdî yên berê çîrokên hezkirinê  yên mem û zîn hemû min kirin peyker. Min bi destê xwe çand afirandiye."     'Ez bi rastiya çanda xwe dijîm'   Hizniya di dawiya gotina xwe de bang li jinên civakê kir ku çanda xwe biparêzin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Çanda me dîrok û rastiye me ye, ez bi rastiya çanda xwe dijîm. Ez bi hêvî me her jinek ji çanda xwe hez bike, da ku her dîrok bi navê jinê rûpelên xwe binivîse û li ser dirêj bike."