Hunermendên kurd: Huner çavkaniya aramiyê ye 2020-04-14 09:04:00   Medya Uren   AMED - Dengbêj û helbestvanên kurd bal kişandin ser rojên îzalasyonê û gotin: "Mirov dikare wan rojan veguherîna fersendan. Bi kurdî binivîsînin, bixwînin û lêkolînan bikin. Xwedî li çand û hunera xwe derkevin. Huner çavkaniya aramiyê ye."   Ji bo pêşilêgirtina vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê ligel bangewaziyên li malê bimînin tê kirin jî hîn tedbîr didomin. Ji ber polîtîkayên aboriyê yên dewletê bi milyonan kes neçarin ku bixebidin û ligel vê wê jî bi milyonan kes jî li malê ne. Rewşa heyî dê heta kengê bidome ne diyar e. Hunermendên kurd bal kişandin ser polîtîkayên bişaftinê û da zanîn ku mirov niha li malê mayîna xwe dikare veguherîne fersendan jî û li ser ziman, çand û hunera kurdî raweste.     Helbestvan û dengbêj Herdem Merwanî, bal kişand ser rojên ku derbas dike û got: "Bi taybetî ez li malê pirtûkan dixwînim û lêkolînan dikim. Çand kurdî xwedî dewlemendiyeke mezin e û her tim xwe li dijî êrîşan jî parastiye. Di parastina çandê de bi taybet dengbêjan rolek girîng lîstin. Divê em dengbêjiyê bi parêzin û bidin berdewam kirin."    'Huner birînan derman dike'    Dengbêja Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) û di heman demê de jî mamosteyê dengbêjiyê Xalîde Demîrbaş, diyar kir ku banga îzalasyonê tê kirin û divê mirov guh bide wan hişyariyan. Xalîde, wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em dikarin li malên xwe wan rojên îzalasyonê bikin fersendek. Em dikarin lêkolînên xwe berfirehtir bikin. Em dikarin carek din dest bi guhdarkirina çîrok û klamenên kurdî bikin û xwe ji nûve nasbikin. Em niha bi rêya medyaya civakê xwe dighînin gel. Em dîmênan xwe dighînin civakê. Ez hêvîdarim ku ciwanên kurd xwe bighînin çand û hunera kurd. Huner birînan derman dike.'   ‘Zimanê xwe biparêzin'    Helbestvan Meral Xezal ji got ez di van rojên îzalasyonê de li malê dimînim û li ser çanda kurdî lêkolînan dikim û wiha axivî: "Zimanê kurdî û çanda kurdî xwedî dewlemendiyên mezin in. Ez dixwazim vê demê îzalasyonê bi naskirina wê re derbaz bikim. Helbestan dinîvsînim, stranan dibêjim û li tembûrê dixim. Min zarokan ji hîn kiriye. Ji bo me tişta herî pêwîst moral e. Çanda û huner dê dilê me aram bike. Bi kurdî bixwînin, lêkolîn bikin, xwe nas bikin û zimanê xwe biparêzin.”   'Bi medyaya civakî xwe dighînin hunerhezan'    Stranbêj Berfîn Demîr da zanîn ew li malê bi rêya medyaya civakî xwe digihîne hunerhezan û wiha bi lêv kir: "Tişta ji vîrûsê xerabtir bêzariye. Li dijî bêzariyê çavkaniya aramî û kêfxweşiyê jî huner e. Em tucarî xwe bê huner ne hêlin. Di van rojan de yek ji tiştên herî pêwîst ev e. Gelek hunermend û komeleyên me yên çandê ji bo vê yekê hewil didin û xwe bigihînin hunerhezan. Ez wan pîroz dikim. Lewra di van rojan de parvekirina êşa civakê erka me ye." Dildarê dengbêjiyê Ruşen Amed ji bi berz kirina stranekî re got li malê bimîn û di van rojên karantînayê çanda kurdî fêr bibin û ziman, çand û hunera xwe biparêzin