Ma Muzîkê bi rêya telekonferansê dest bi dayîna dersan kir 2020-04-09 09:03:25       AMED - Mamosteya Ma Muzîcê Evîn Tîryakî diyar kir ku dersên bi rêya telekonferansê dane destpêkirin hem wê şagirtên wan pêş bixîne û hem jî wê malbatan ji travmaya ji ber vîrusê rizgar bike.   Ji ber şewba koronayê ku bandora xwe li ser tevahiya cîhanê dike, ji bo xweparastinê her kes ket nava liv û tevgerê û tedbîran digirin.  Di çarçoveya tedbîrên ku hatin girtin de perwerdeya li dibistan hat betalkirin û gelek saziyan jî navber dan xebatên xwe. Koma Ma Muzîcê jî ji bo ku ewlehiya xwe bigire berî bi demeke kurt navber dabû xebatên xwe. Koma ku navber da xebatên xwe ji bo ku xebatên xwe bi awayekî din berdewam bike ket nav hewldanan û niha bi rêya telekonferansê xebatên xwe dide berdewamkirin. Mamosteya zarokên Koma Ma Mucê  Evîn Tiryakî der barê xebatên xwe yên nû ku dane destpêkirin de axivî.    ‘Bi pergala onlîne xebatên me berdewam dikin’   Evîn Tiryakî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew xebatên xwe bi pergala onlîne ji malan bi vîdyodersan didin meşwandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: " Em wekî Ma Muzîc her sal di meha Adarê de ango hefteya Newrozê de bi qasî 2 hefteyan betlaneyê didin şagirt û mamosteyên xwe. Lê  îsal mixabin ji ber tevdîrên li hemberî vîrûsa koronayê me hefteyekê zûtir navber da dersen xwe û em vekişiyan malê . Navbera me di 4’ê Nîsanê  de qediya û na me careke din dest bi dersan kir. Lê vê carê li gorî 3 hefte beriya niha cudahiyeke heye . Ji ber ku êdî ne em û ne jî şagirtên me em nikarin ji malen xwe derkevin me bi pergala onînê bi videodersan dest bi xebatên xwe kir. Bêguman heta ku ev rewş zelal nebe û xetereya vîrûsa koronayê ji holê ranebe wê ders û xebatên me yên muzkê bi vî şêweyî berdewam bikin."   ‘Muzîk dikare rê li ber travmayên di civakê de bigire’   Evînê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di demên wisa de mûzîk û huner pêwîst e û wiha berdewam kir: “Ji  roja avabûna Ma Mûzîcê heta niha di hemû şert û mercan de me ji perwerdeya muzîkê qet tawîz nedaye . Bi taybetî di demên wisa de muzîk pêwist e, ango huner pêwist e. Ji ber ku muzîk giyanê civakê ye. Muzîk, yek ji wan rêyên pir bi bandor e ku dikare pêşî li travmayên di nava civakê de bigire.  Em jî di vê çarçoveyê de, ne perwerdahiya xwe radiwestînin û ne jî hilberîna xwe ya muzîkal. Wê muzîk ji êşên me re bilorîne, birînên me bikewîne û  hiş û rihê me zindî bihêle. Herwiha wê muzîk civakîbûna me biparêze. Li ser van esesan me bi riya telekonferansê bi hemû mamosteyên xwe re plansaziya xwe derxist û dest bi dersên xwe kir.”   ‘Ji bo her şagirtekî/ê  vîdyo cuda tên şandin’   Evînê anî ziman ku 30 mamoste bi rêya vîdeodersan û bi awayekî on-line di hemû branşan de perwerdehiyê dikin û axaftina xwe re wiha dom kir: “Dersên hemû amûran û dersên komî yên wekî teoriya muzîkê, ziman û solfeje bi awayekî on-line tên meşandin. Her mamoste ji bo şagirtên xwe yek bi yek vîdeoyan li malên xwe amade dikin û her hefte di heman roj û saetê de ji şagirtan re dişinin. Spartekan didin şagirtan , şagirt jî ji malên xwe amûra xwe lê dixin û ji mamosteyên xwe re vîdeoyan dişinin. Ji bo hemû şagirtekî li gorî pêdivîyê û astê video tên şandin. Her video herî zêde ji 20 deqeyamn pêk tê. Her wiha bi videoyan re nota û mteryalên dijital yên wekî PDF jî tên şandin ku xebata li malê xurt bikin. Şagirt mamoste û malbatên şagirtan her hefte bi awayekî on-line hev dibînin û mamoste jî bersîv didin pirsen şagirtan yên di derbarê dersan de.”   ‘Bi rêya vidyodersan arşîv û dokumantasyon jî tên saz kirin’   Evînê di axaftina xwe de bilêv kir ku bi van vîdyodersan re pergaleke arşiv û dokumantasyonê jî tê sazkirin û wiha pêde çû: “ Her videoya ku li malê ji hêla mamosteyan ve tê qeydkirin û şandin di heman demê de li ser bernameyeke dijital jî tê arşîvkirin û parastin. Bi vî  a wayî ger ku meh û sal jî derbas bibin û pêdivî bi van meteryalan hebe, bi pergala ku me ava kiriye bi hêsanî dikare ji bo şagirtên nû bê bikaranîn. Hemû arşîvên dijital di demên pêş de wê li ser hesabên me yên medyaya civakî(Youtube-İnstagram-Facebook) bê sînor bên parvekirin. Li vir mebesta me ew e ku ked hem bê parastin hem jî materyalên dijital ên perwerdehiya muzika kurdî bên çêkirin. Hemû ders, bername û kar û barê arşîvkirinê dîsa ji malê tên koordînekirin.  Wekî ku Ma Mûzîk her roj vekirÎ be,  xebat bi rêk û pêk tên meşandin.”   ‘Em dixwazin şagirt wekî tên Ma Muzîkê xwe hîs bikin’   Evînê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku perwerdehiya amûrên muzîkê ji bo kesên nû dest pê kiribin di nava xwe de zehmetiyan dihewîne û got: “Ji ber ku hnîn şagirt negihiştiye asta ku akorda amûra xwe bi xwe çêbike, di vî warî de pirsgirêk dertê. Ji bo vê jî me çareserike bi vî rengî dit ku Her mamoste bi pergala online akord çêkirinê fêrî malbatên zarokan bikkin ku ew jî fêrî zarokên xwe bikin. Ger ku şagirt ne zarok be bi xwe fêrî akordçêkirinê tê kirin. Em ê bi van dersên online hewil bidin ku şagirt û malbat xwe wekî her hefte tên Ma Muzîkê hîs bikin. Hêvî û baweriya me ew e ku wê ders ji aliyekî ve  şagirtan pêşve bibin û ji aliyekî din ve jî şagirt û malbatên wan ji travmayê rizgar bikin. Her wiha di heman demê de jî ruhê muzîka kurdî li hemû malbatên me li ser koka xwe wê ji nû ve zindî bibe.”