Atolya Çand û Huner’ê ya Aryen bi telefonê xwe digihînin xwendekaran 2020-04-02 09:10:00   WAN - Atolya Çand û Hunerê ya Aryen, ji ber vîrusa korona navber da xebatan lê bi telefonê xwe digihînin xwendekarên xwe. Hîndekara muzîkê Fadîme Polat, bang li hemû malbatan kir ku ji bo zarokên wan li malê xebatên çand û hunerê bimeşînin, bila piştgiriyê bidin zarokên xwe.   Ji ber vîrusa korona (Covîd-19) jiyan hat asta rawestînê û li Tirkiyeyê jî di vê pêvajoyê de gelek saziyan navber da xebatên xwe. Navenda Çand û Hunerê ya Aryen ya li Wanê faliyetan dimeşîne jî navber da xebatên hunerê. Lê bi telefonê xwe digihînin xwendekarên xwe.   ‘Em di têkiliyê de ne’   Hîndekara muzîkê Fadîme Polat diyar kir ku ew hunermendên Kurd yên pêşerojê digihînin û wiha pê de çû: “Vê pêvajoyê bandor li ser hemû kesî kir. Em neçar man navberê bidin xebat û dersên xwe. Em bi telefonê li xwendekarên xwe digerin. Heta ji destê me dê em hewl didin xebatan bidomînin. Piştî vê pêvajoyê em ê di riya xwe de berdewam bikin.”   ‘Divê malbat piştgiriyê bidin zarokên xwe’   Fadîmeyê her wiha balkişand ser peywira malbatan a di vê pêvajoyê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê dê û bav rê bidin ber zarokên xwe. Divê tiştê ku fêr kirine bidin dubarekirin. Wisa wê karê me hêsantir bibe. Ji ber dibe ku ew hinek tiştan jibîr bikin. Divê piştgiriyê bidin zarokên xwe. Em xebatên xwe li ser çand û hunerê dimeşînin. Xwendekarên me piranî ji zarokan pêk tên. Em di temenê biçûk de hewl didin pêşî li asîmîlasyonê bigirin.”   ‘Divê li her malê çand û huner bê jiyîn’   Fadîmeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê malbat jî di temenê biçûk de pêşî li asîmîlasyonê bigirin û divê li her malê çand û huner bê jiyîn û bi taybet zarok teşwqîqê zima