‘Ez ê hunera xwe ragihînim nifşê nû re’ 2020-04-02 09:04:00   Medya Uren   RIHA - Nasîbe Polat a ku li Rihayê kêleka Gola Masiyan atolyeya nexşan heye got ez dixwazim hunera kevin ragihînim nifşê bê û got: “Bi taybetî weke jinek ez bêhtir di vî alî de xwe hestiyar dibinim."   Her ku diçe hunerên kevnare ên weke çand û dewlemendiyekî ne ber bi tunebûnê ve diçin. Her weke cil û bergên gelêrî gelek cureyên nexşên destan ji kêm dibin. Çi êrîşên deshildardaran ên bişaftinê, çi ji êrîşên olî be bandorek mezin li ser nirxên xwecihî kirin e. Yek ji van nexşên dest ango bi karanîna beran e. Nesîbe Polat a ku hînkara nexşên deste li Riha kêlleka Gola Masiyan firoştgeheke ya nexşên bi dest çêdike vekiriye. Di atolyeya xwe de berên nexişandî ku kiriye gerdenî difiroşe.  Nasîbe got armanca min ya sereke ew e ku vê hunerê ragihînim nifşê bê.   Nasîbe di destpêka axaftina xwe de got weke dixwuyê em li bajareke dîrokî û bi nirx de ne. Her wiha li kêleka Gola Masiyan nexşan dihonim, ev ji bo min îlhama yekem e û wiha berdewam kir: “Ev dîrok tê ji bîr kirin û pêre gelek tiştên biçûk ji wendabûne ku heyîna wan ji nayê zanîn. Li gorî min ev tevahî nirxên me ên mirovahiyê ne, berdewam kirina wan divê erka her kesayetekî be. Min di beşê hunerê de xwediye, di heman deme de ez li atolyeya Tezbîhan de perwedekarim. Ez karê xwe serkeftî diborînim lê ji min re li gel hunerê ya herî bi girîng dane jiyankirin ya wan nirxan e. Divê em hemû vê erk deynin li ser milê xwe.”   ‘Ez hestên xwe bi vê rengî tînim ziman’   Nasîbe anî ziman ku di Rihayê de kesên vî karî dikin tuneye hema bêje ew tenê dike. Nesîbe dibêje dîroka van nexşan kevnare ku di demên kevin de di welatên misilmanan de heykel tiraştî û resamtî tê qedexekirin ango kesên van karan dikirin çareya xwe di boyaxkirina beran de dibînin. Nesîbe wiha axivî: “Eleqeyekî xurt ji vê beşê hunerî re nîne lewra herkes xwe dide hunera modern. Boyaxkirina beran di wê demî de gelek pêk tê, hunermendan hestên xwe bi vê rengî parvekirin e. Ez ji îro hem hestên xwe derdixim holê û hem ji dîroka wan didim berdewam kirin.”