Kom Mûzîk: Bi klamên xwe em ê civakê aram bikin 2020-04-01 09:07:00       Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan    AMED - Di çarçoveya dirûşmeya "Li malê bimîne" de  Kom Mûzîk  wê li ser hesabên xwe yên civakî  bi weşanên zindî  xwe bigihîjin hûnerhezan.   Li seranserî cîhanê vîrûsa koronayê her ku diçe belav dibe. Li Tirkiyeyê jî  hejmara miriyan a ji ber şewba koronayê û kesên bi vê şewbê her ku diçe zêde dibe. Piştî daxuyaniya yekem a Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ku 16 Adarê da heta niha hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane sed kes derbas kiriye û hejmara kesên bi şewbê jî bi sedan e.   Li gel balavbûna şewbê her roj ji aliyê pîspor û rayadarên dewletê ve bangawaziya ji malê dernekevin tê kirin. Li aliyek din jî  gelek sazî û komeleyan  xebatên xwe dan sekinandin û bi rêbazên cuda xebatên xwe didomînin.  Di vê pêvajoyê de gelek hûnermend wê li malê li ser medyayên civakî bi weşanên zindî konseran bidin. Yek ji van koman jî Koma Kom Mûzîk e.  Kom mûzîk jî  dê di vê pêvajoyê de li ser medyaya civakî bi konserên zindî xwe bigihîjîne hûnerhezan. Têkîldarî mijarê ji  Kom Mûzîkê Baran Bozyel û solîsta Koma Sorjiyan Mizgîn Irmak agahî dan.   'Em ê vê êşê bi klamên xwe têk bibin'   Mizgînê diyar kir ku ew armanc dikin bi rêya weşanên zindî bi klamên xwe moral bidin gel û wiha got:" Em xebatên xwe yên muzîkê di bin banê Navenda Çandê ya Biharê de pêk tînin. Wekî ku tê zanîn niha  seranserî cîhanê  bi  vîrûsa koronayê  re tedikoşe. Lê mixabin hêj dermanê vê şewbê nehatiye peydakirin. Cara yêkeme ku em hemû heman rewşê dijîn. Di van rojan de ji bo ku em ji gel re bibin moral ,me hewceyî dît ku em li malên xwe li ser  medyaya civakî bi klamên xwe xwe bigihîjinin hûnerhezan. Bi klamên xwe em ê vê êşê têk bibin. Ev xebata me ev hefteyeke dest pê kiriye. Me roja yekşemê  li ser medyaya civakî konsereke zindî pêk anî. Di rojên pêşiya me de jî em ê li ser medyaya civakî bi  weşanên zindî bi  klaman  li cem gelê xwe cih bigirin."   'Armanca konserên malê piştgiriya bi gel re ye'   Mizgînê di  berdewamiya axaftina xwe de bang li herkesî kir ku li malê bimînin û wiha pê de çû:" Ev xebata me  li gel Kom mûzîke tê meşandin. Xebateke hevpare. Ev xebata me wê berdewam bike. Em wekî Koma Sorjiyan em ê li ser malperên xwe yên civakî bi konserên biçûk xebatên xwe bidomînin. Armanca konserên malê  ew e ku giyana xwe ji dubare zindî bikîn û ji gelê xwe re bibîn piştgir. Hewceye ku civaka me heta ku ev pêvajo derbas dibe ji têkilîdanînê dûr be û divê her kes li mala xwe bimîne bimîne. Jiyan mafê hemû zindîyan e. Ji ber wê jî divê di serî de girtiyên siyasî bên berdan. Bila neyê jibîrkirin ku  wekî herkesî jiyana karkeran jî di xeterê de ye. Ji ber wê jî hewceye ku ji karkeran re tedbîr bên girtin."   'Em ê bi kilamên xwe civakê aram bikin'   Ji Kom Mûzîkê Baran Bozyel jî der barê xebatên komê de axivî.  Baranê jî da zanîn ku ew ê di çarçoveya li malê de bimînin xebatên xwe bimeşînin û wiha got:" Bi belavbûna vîrûsa koronoyê re, bi gelemperî  hin tedbîr hatin girtin. Em, wekî koma muzîkê, hewl didin ku di mala xwe de xebata xwe bidomînin. Ji bo me, parastina tenduristiya mirov tişta herî girînge. Em plansaziyê  dikin ku hin lêkolînan bikin da ku tenduristî û  derûniya  civakê di vê pêvajoyê de aram bikin. Rastiyek  muzîkê heye ku mirov  rihet dike,mirov baş  dike û hêzeke pir cuda  dide mirov. Di vê çarçoveyê de em  armanc dikin  ku hûnermend bi riya medya civakî bi gel re werin  ba hev. Bi vî rengî, dê gel bi hûnermendê ku jê hez dike re têkiliyek germtir dayne. Di kanala me ya youtube de jî  arşîveke dîrokî heye. Em armanc  dikin ku vê arşîvê dîsa bi çêkirina vîdyoyên nû ji nû ve bikin û wê ji raya giştî re ragihînin.  Di vê pêvajoyê de em ê di çawa dirûşma li malên xwe  bimînin de beşdar bibin, em ê li ser wê  xebatên xwe bidomînin."