Vîrusa korona bandor li ser xebatên çandê jî kir 2020-03-26 09:10:52   MÊRDÎN - Cigira Seroka Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Sema Ozelasi diyar kir ku ji ber sedema vîrusa korona neçar mane navber bidin xebatan û got: “Em ji ser înternetê derbasî perwerda ji dûr ve dibin. Niha em amadekariyên xebatan dimeşînin.”   Ji ber vîrusa korona gelek saziyan navber dan xebatên xwe. Yek ji van saziyan jî Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya Qoser a Mêrdînê ye. Komeleyê daxuyand ku ji ber vîrusê demekê navberê didin xebatên xwe. Cigira Seroka Komelayê Semra Ozelasi der barê xebatên xwe yên vê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.   ‘Em pergala ji dûr ve dikin jiyanê’   Semayê destnîşan kir ku ji ber vîrusa ku hemû cîhanê tehdîd dike navber dane xebatên xwe û got ev ji ser çapemeniya civakî ji kursiyer û xebatkarên xwe re ragîhandine. Semayê wiha got: “ Di vê pêvajoyê dem li ser plansazî û xebatên xwe sekinîn. Ji bo kursiyerên me belav nebin em ê derbasî pergala perwerda ji dur ve ya li ser înternetê.Niha em xebatên xwe didomînin. Di serî de erbane, gîtar, saz, koroya zarokan û hemû xebatên çandî, em ê ji ser komên whatsappê bi malbatan re parve bikin.Em ê teknîkên cuda bikar bînin û faliyetên xwe bidomînin. Em hewl didin vê hefteyê bikin jiyanê.”   ‘Em ê hewl bidin ku xebat belav nebin’   Semayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku bi hatina biharê re plansaziyên cidî kiribûn û got: “Me hedef dikir ku em biharê bi awayekî aktîf derbas bikin. Me xebatên li parkan û bi taybet bi zarokan re amade dikiinr. Ji ber vîrusê em neçar man navberê bidin. Heta ji destê me bê em ê hewl bidin ku xebat belav nebin. Em hewl didin xwe zindî bihêlin.”   ‘Em ê wek pêvajoya amadekariya dema pêş binirxînin’   Semayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ev vîrus wek her derê dikare bandor li ser wan jî bike û wiha dawî lê anî: “Ji nûve hatina gel hev a ciwan û zarokan a hunerê wê zehmet be. Em ji niha de hewl didin wê têkiliyê ava bikin. Em hevalên xebatên dimeşînin wê li ser xebat, esntruman û hunerê bisekinin. Em ê bi awayekî xurt vê pêvajoyê derbas bikin. Em ê vê pêvajoyê wek amadekariya dema pêş binirxînin.”