'Jin û huner bi hev re girêdayî ne' 2020-03-18 09:04:30   Medya Uren   AMED - Beyan Behramî koçbera li ser axa xwe ye. Li gel çîroka xwe ya koçberiyê bi berhemên xwe jî balê dikişîne ser xwe. Beyan, li Amedê bi navê “Maskeyên ku diaxivin” pêşangehek vekir û bi berhemên xwe bal dikişîne ser hest, hêvî, êş û serkeftinên jinan.    Beyan Behramî  dayika 2 zaroka ne û xelkê rojhilatê Kurdistanê ye. Beyan li zanîngeha Tahranê beşa sêwirandin û modelîstiyê xwendiye. Dema ku li Silêmaniyê dijî beşa turizmê diqedîne. Dema li Silêmaniyê dimîne hînê çêkirina maskeyan jî dibe. Ji ber pirsgirêkên aborî berê xwe dide Stenbolê û pişre jî tê Amedê. Beyan bi boneya bi navê “Maskeyên ku diaxivin” ya ku hestên jinan temsîl dike li Galeriyayê Yenîşehir a Amedê pêşangehek vekir. Pêşangeha wê dê heta 24'ê adarê vekirî be. Beyan Behramî ji ajansa me re qala berhemên xwe kir.    ‘Divê em ala serhildanê ya azadiya jinê hilînin’   Beyan koçbereke li ser axa xwe ye. Bi eslê xwe xelkê rojhilatê Kurdistanê ye. Beyan di serî de koçberê başûrê Kurdistanê dibe û piştre ji ber pirsgirêkên aborî berê xwe dide bakur. Beyan, destnîşan kir ku dema jin koçber dibin jiyan bi tevahî diguhere û koçberî bondarê li jiyanê dike. Beyan, dema koçberiyê de bêtir nasnameya xwe ya jinbûyînê dihese. Beyan, wiha axivî: "Jin xwedî sembola serhildana ye, jin xwedî li nirxeke cuda ye. Divê were zanîn ku wekheviya di nava civakê de wê bibe sedema armiya bê dawî. Li ku jin were bişaftin û perçiqandin ew cîh mehkumê hilweşînê ye. Di dîrokê jin ji bo xwedî li derketina keda xwe serî rakirin. Li dijî hişmendiya zayendperest bi qetlîaman re rûbirû man. Îro jî divê heman tişt pêk bê jin ji bo azadiya xwe serî rakin."     ‘Min xwest bibim zimanê hestên jinan’   Beyan, destnîşan kir ku bi hunera xwe, xwe tîne ziman û got: "Ji roja ku ez mezinbûm û ketim ferqa newekheviya zayendî, min bertek nîşan da. Min xwest ez bibim zimanê hestên jinan. Huner rêya herî xweşik ya vegotinê bû ji bo min. Jin û huner bi hev re girêdayî ne. Min xwest ez tiştek wisa bikim ku ez jinê bînim ziman. Min kartonên hêkan şil kir û heland û min şekl da hunera xwe. Her şekilê ku ez çêdikim çîrokeke wê heye. Lewra her jin di bingehê xwe de aştî xwez e. Min sembola dayikên aştiyê, newroz, rengê jinê û serhildanê bi berhemên xwe derxistin holê."