Baran Bozyel: Min bi muzîkê kûrahiya zimanê dayika xwe kifş kir 2020-03-11 09:11:09   Safiye Alagaş   STENBOL - Hunermend Baran Bozyel ya bi NÇM’ê xwe kîfş kir, klamên gelerî di albuma xwe de tîne gel hev û berhemên nû derdixe holê. Baranê, kurdî ya ku zimanê dayikê ya muzîkê jî pêş xist û wiha got: “Em tenê zimanê rojane diaxivîn. Lê min ferq kir ku estetîk û wêjeya zimanê dayikê çiqas kûr e."   Hunermend Baran Bozyel xebatên xwe yên muzîkê di bin bana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dimeşîne. Baranê albuma xwe ya yekem ‘Şewq’ di 2016’an de derxist. Albuma duyemîn ‘Çûka Reş’ jî di 2019’an de derxist û di platformên dîjîtal de bi mîlyonan car hat gûhdarkirin. Herdu album jî bi etîketa Kom Muzîk hatin weşandin.   Baran ji zarokatiya xwe de ji stranan hez dike û lê di alî profesyonel de qet nafikire. Lê 10 sal berê NÇM’ê nas dike û li vir xwe kîfş dike. Bi teşwîqa heval û malbata xwe dest bi muzîka profesyonel dike. Baran diyar dike bi NÇM’ê xwe kîfş kiriye û piştre jî ji bo zimanê xwe yanî Kurdî pêş bixîne xebatên xwe meşandiye.   ‘Muzîk di pêşxistina Kurdî de bi bandor bû’   Baranê gotinên xwe wiha anî ziman: “Min dixwest muzîka xwe bi kurdî bikim. Ji ber vê li ser vê xebitîm. Li Metropolan kurdî zêde nayê axaftin. Tenê di malbat û navbera hevalan de dima. Min bi NÇM’ê xwest ez xwe pêş bixînim. Min li Esntîtuya Kurdî ya Stenbolê pewerde girt. Piştî perwerdê min estetîka kûr ya zimanê xwe kîfş kir. Min xwendin, nivîsandin, fêr kir.”   Baranê seruvena muzîkê jî wiha vegot: “Bi teşwîqa bavê xwe min klamên gelerî xist rojeva xwe. Bavê min got klamên qet derneketine holê derxîne. Li ser vê min berê xwe dayê. Min berhemên ku li ber windabûnê bûn derxist holê. Albuma min ya dawî jî xebateke komkirinê ye. Berhemên ku 200-300 sal berê hatine strînê ne. Bêguman ez klamên xwe jî dinivîsim.”   Baranê daxuyakirin ku hîna nikare estrumanê lêbide û got: “Berê min ceriband lê mixabin ji ber gelek kar bi hev re dihatin meşandin çênebû. Min perwerda saz, keman û erbanê girt lê hemû nîvco man. Wê gelek baş bûna lê nebû. Ji ber ez besteyan çêdikim.”   Baranê herî dawî balkişand ser têkoşîna jinê û wiha dawî lê anî: “Li her derê têkoşîn şert e. Wek jinekê têkoşîn ji xwe karekî giran e. Ji ber vê divê li her qada jiyanê têkoşîn hebe.”