Civata Reqsê ya Mezopotamyayê ‘Bi dengê denbêjan’ derdikeve ser dîkê 2020-03-10 09:05:39   Safiye Alagaş   STENBOL- Civata Reqsê ya Mezopotamyayê di 15 saliya xwe de bi projeya ‘Bi dengê dengbêjan’ derdikeve ser dîkê. Di projeyê de klamên Şakiro, Meryem Xan û Sûsika Simo bi reqsê re di bedenekê tên cem hev.   Civata Reqsê ya Mezopotamyayê bi projeya ‘Bi dengê dengbêjan’ klamên dengbêjên navdar Şakiro, Meryem Xan û Sûsika Simo bi reqsê re di yek bedenê de tînin gel hev. Her wiha Civat ji bo 15’emîn pîrozbahiyên salvegerê jî xwe amade dike û di 15’ê Adarê de wê bi projeyê li Şanoya Kedê ya Kadikoyê li ser dîkê bin.   Koreografiya xwepêşedanê ji aliyê Yeşîm Coşkun ve tê kirin û Nazli Duîrak, Serhat Kural û dîsa Yeşîm Coşkun wê li ser dîkê bin.   Yeşîm Coşkun ya ji temenê biçûk de di Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de cih digire, ewil di koroya zarokan de piştre di Civata Reqsê ya Mezopotamyayê de cih girt. Ji 2005’an heta niha di civatê de cih digire û her sal projeyên nû û atolyeyên nû ava dike.   Yeşîmê salên zarokatiya xwe ya di NÇM’ê de wiha vegot: “ Me di qadên muzîk, reqsên gelerî û şanoyê de perwerde digirt. Ji bilî vê gelek qad hebûn. Min wê demê dixwest estrumanê lê bidim. Min bi flutê dest pê kir.Bi vî awayî ez derbasî qada xwe bûm. Di muzîkê de piştî ku hinek pêş ketim, ketim Koma Asmîn. Piştre derbasî projeyek din bûm. Min di projeya Mem û Zîn de lê da. Ez wê demê ne reqsvan bûm. Lê bi projeyê min dît ku ez ji reqsê hez dikim. Ez pê re mijûl bûm. Ketim ezmûnên konservatuarê. Min beşa Reqsê ya Hevdem a Zanîngeha Hunerên Xweşik a Mîmar Sînan qezenc kir. Bi vî awayî di esasê de min qada xwe diyar kir.”   Reqsa ku tesaduf bi xwe re anî   Yeşîm di dibistanê de perwerda forma reqsa hevdem digire û got: “Em ji 2005’an heta niha ji Reqsên Mezopotamya reqsên xwe derdixin. Naveroka karê xwe em diyar dikin. Me berê Mînîtalar kir proje. Piştre me balkişand ser dayikan. Me projeyên wek 4 Derî 40 Meqam pêk anî. Me li ser pirsgirêkan proje ava kirin. Niha em bi projeya nû di 1’emîn salvegera xwe de li ser sahneyê ne.”   ‘Di duetê de du jin reqsê dikin’   Yeşîmê bi lêv kir ku bi giştî di projeyan de beste dihatin kirin û wiha got: “Li gorî projeyan beste dihatin kirin. Lê îcar fikra ‘bi dengbêjan re reqsek bê kirin wê çawa be’ derket holê. Du klam hene. yek ji duetek jinan pêk tê. Ya din jî solo ye. Di soloyê de mêrek reqsê dike. Di duetê de jî du jin reqsê dikin. Koreografiya herduyan jî min kir. Di reqsên komê de jî Serhat Kural dilîze.”   Yeşîmê bi lêv kir ku dengbêjî mijareke wek behrê ye û got dema muzîk hilbijartine jî pir li ser sekinîne û got: “ Di reqsa Serhat de Şakiro tê bikaranîn. Di dueta jinan de jî Susika Simo û Meryem Xan cih digirin.”   ‘Bi NÇM’ê min reqs jî nas kir’   Xwendekara Pola 3’emîn a Beşa Reqsê ya Hevdem a Zanîngeha Hunerên Xweşik a Mîmar Sînan, Nazli Dura jî li ser vexwendînameya Yeşîmê di projeyê de cih digire.   Nazli destnîşan kir ku berê jî NÇM dizanibû û bi reqsê wir nas kiriye û got: “Dema min ji bo konservatuarê amadekî dikir ez çûm NÇM’ê qursê. Berê jî di şanoyê de xebitîbûm. Ji ber vê xwedî agahiyên teknîk bûm. Ez ji bo alîkariya karê wan diçûm û min asîstanî dikir. Bi vî awayî ez hinek ketibûm hundirê Mezopotamya Dansê. Lê li pişt dîkê bû. Yeşîmê ez vexwendiyê projeyê kirim û me wisa dest bi xebatê kir. Min li ser dengbêjiyên atolyeyek kiribû. Lê ne mijareke ku min li ser lêkolîn kiribû an jî xwendibû. Lê ji dema min dest bi xebatê kiriye, hestên cuda bi min re ava bûn. Heta gelek çîrok me ji berê de nizanibû. Dema çîrokê hîn dibim matmayî dimînin. Min tiştên cuda hîskirin. Ji ber dengê wan xurt û ji dil tê. Dema em derkevin ser dîkê û derkevin pêşberî temaşevanan bêguman wê tiştên cuda pêk bên. Lê niha jî ez gelek hestên cuda dijîm.”