‘Em naxwazin wêneyê êşê xêzbikin’ 2020-03-08 09:03:55   Medya Uren   RIHA -  Îro 8'ê Adarê ye û bi hezaran jin li dijî taciz, tecawiz, kuştin û kedxwariyê dê biherikin qadan. Hunermend û mamosteya wêneyan Rahîme Sîdar, diyar kir hêza jinan heye ku li dijî hişmendiya serdest a mêr xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.    Îro 8’ê Adarê yê û bi hezaran jin bi dirûşma “Em ê berxwedanê bi rêxistin bikin û ber bi azadiyê ve bimeşin” diherikin qadan. Dayik, ciwan, kal, xwendekar, mamoste, kedkar, siyasetmedar, akademisyen û bêkar dê li qadan daxwazên bînin ziman. Îsal li Rihayê bername û çalakiyên rengîn hatin lidarxistin. Hunermend û mamosteya wêneyan a Komeleya Jin Jiyan e Rahîme Sîdar qala 8'ê Adarê kir û got jin dê bi hev re ji bo azadiya civak û jinê li qadan bin.    ‘Em dikarin xwe bi rêxistin bikin’   Rahîme di destpêka axaftina xwe de got 8’ê Adarê sembola têkoşîna jinê ye ku divê jin di her rojê bikin roja rêxistinbûyîn û têkoşînê. Rahîme wiha berdewam kir:  “Jin û keda jinê di her çaxê û kêliyê de bûye bingeha gavên mezin. Her wiha her tim ji nedîtî ve hatiye dîtin û hatiye dizîn. Jin weke zayenda duyem û sêyem tê dîtin. Jinên ku xwedî keda xwe derketin dest bi grevê kirin di fabrîqeyan de hatin şewitandin. Niha jî li kargehan jin bi mobîngê re rûbirû dimînin. Gelek jin dibêjin ji ber ku ez jin in û dayik im divê ez li malê zarokan xwedî bikim, nikarim li derve bixebitim. Hepskirina jinê bi vê rengî tê meşrûkirin. Lê divê li hemberî vê hişmendiyê jin dest bidin hevdû û serî rakin. Jin dikarin li her qadê bixebitin. Ji ber ku hêza jinê heye. Her wiha ji bo vê jî divê xwe birêxistin bike."   ‘Emê jin xweseriya xwe ya aborî bidestbixin’   Rahîme, da zanîn ku polîtîkayên ku tê afirandin jî li dijî jinê tê pratîzekirin û wiha got: "Hejmara kuştina jinê û êrîşên zayendî her ku diçe zêdetir dibin. Jinên ku li hemberî kiryaran serî radikin ji hêla serdestan ve tên astengkirin. Ji bo kiryarên li hemberî jinê divê jin li ber xwe bide. Ez ji dayik im, ji ber nêzikariya hejînê xwe ez nikarim rihetî bêm atolyeyê. Li gorî hevjînê min jî zarok xwedî kirin karê jinê ye. Lê ez ligel astengiyan hem zarok xwedî dikim û hem jî karê xwe dikim. Heke ez ji xwe re derfetan avanekim ez nikarim tu karî bikim. Her wiha ji bo jinê tişta herî girîng jî aboriya serbixwe ye."   ‘Bila firçeyên me rengê hêviyê biherikîne’   Rahîme di axaftina xwe de bal kişand ser hunera xwe ya wêneyê û wiha awivî: "Ez wêneyan çêdikim û wêneyên min jî jiyana jinê vedibêje. Her tim xetek reş heye. Dema ez wêneyan xez dikim ez xwe dibînim û ez hestên xwe tinim ziman. Lewra hemû xezên min êşa jinê vedibê. Ez weke hunermendekî dibêjim ez naxwazim wêneyê êşê xêzbikim. Bila firçeyên me rengên hêviyê biherikîne. Ev tenê bi piştevaniya jinê dê pêk bê. Divê em jin li hemû qadên jiyanê xwe birêxistin bikin serî rakin. Heke em serî ranekiny wê êşên me reştir biherikin.”