'Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinê wê di 1’ê Adara 2020’an de bê lidarxistin' 2020-02-29 09:06:15   QAMIŞLO - Rêvebira Komeleya Jinên Rewşenbîr a Kantona Cizîrê Ahîn Mihemed derbarê amedekariyên 5’emîn Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan a ku wê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bê lidarxistin axivî. Ahînê diyar kir ku ew tevî zehmetiyên mezin dîsa jî amadekariyên mîhrîcanê dikin û wiha got:"Di qada çand  û hunerê de dema ku mirov çalak be ev dibe sedema pêşketinên mezin jî."   Ji Rêveberiya Komeleya Jinên Rewşenbîr a Kantona Cizîrê Ahîn Mihemed agahiyên li ser amedekariyên 5’emîn mîhrîcana huner û wêjeyê ya jinan a ku wê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bê lidarxistin axivî. Ahînê da diyarkirin ku mîhrîcan wê du rojan dom bike û jin wê bi hest û afirîneriya xwe dengê xwe bigihênin cîhanê.   'Em hêvî dikin ku ev mîhrîcan ew ê bibe sedema pêşketinên erênî'   Ahînê gotina xwe wiha got: "Di 2019’an de mîhrîcana huner û wêjeya jinê ya çaremîn li Eywana Zana ya Taxa Xerbi ya bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin. Jin bi rengîniya xwe ya di qadên sitran, şano, govendê de derketin pêş û beşdarbûna wêjevanên jin gelek deng veda. Îsal jî gelek beşdarvan hene. Em hêvî dikin ku ev mîhrîcan ew ê bibe sedema pêşketinên erênî."   'Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinê wê di 1’ê Adara 2020’an de bê lidarxistin'   Ahînê wiha dewam kir: "Tevî aloziyên ku pêk tên em dîsa jî di nav liv û tevgera amadekariyan de ne. Di serî de me nûçeya der barê vê projeyê di 1’ê çileya 2020’an de weşand. Her wiha em heyvekê li hêviya erêkirina fermî ya ji bo lidarxistinê bûn, ew jî demek ajot. Me dest bi amedekariyan kir. Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinê wê di 1’ê Adara 2020’an de bê lidarxistin."   'Em dixwazin xebatên di warê çand û hunerê de her zindî bin'   Her wiha Ahînê da diyarkirin ku piştî erêkirinê wan hîn zêdetir lez dane xebatên xwe yên amadekariyan û wiha berdewam kir: "Em ketin nav liv û tevgerê. Nûçe hate ragihandin, me xwe gihand jinên ku xwedî kêrhatiyên hunerî, dengbêjan, nivîskaran û wêjevanan. Helbet ji pirsgirêkên şer û derketina wan ji warên xwe bandoreke li ser derûniya hin beşdarvanan kirî hebûn. Em her sal destûrê ji desteya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê digirin, lê mixabin ji bo aloziyên rewşa herêmê gelek çalakî hatine betalkirin. Lê belê israra me ji bo berdewamkirina amedebûna desteyê bi me re bû alîkar ku em projeya xwe berdewam bikin. Em dixwazin xebatên di warê çand û hunerê de her zindî bin."   Gava yekemîn ragihandina mîhrîcanê    Ahînê da xuyakirin ku ragihandina nûçeya lidarxistina mîhrîcanê roleke girîng dilîze û wiha pê de çû: "Gava serketina yekemîn ji amadekirina nûçeya ser xebatên mîhrîcanê dest pê dike. Bêguman me belge jî li jinan belav kirine. Nûçe bi awayekî baş deng veda li herêmên weke, Şehba, Heleb, Kobanê, Tebqa, Reqa, Minbicê û hin deverên din. Belê  gelek pirs weke rexne ji me re hatin ku di rewşeke ne aram de ev mîhrîcan bê lidarxistin, lê weke her sal em vê mîhrîcanê weke yek ji çalakiyên 8'ê Adarê dinirxînin. Cihê mîhrîcanê wê li Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê, weke destpêkirina mîhrîcanê be. Paşê jî wê du rojan biajo. Bêguman gelek çalakî wê hebin. Gelek jinên helbestkar û nivîskar ew ê beşdar bibin."   Roja yekemîn mêvan û bernameya çalakiyan    Ahînê naveroka mîhrîcanê wiha parve kir: "Roja yekemîn wê piştî nîvro saet di 2'yan de dest bi bernameyê bê kirin. Her wiha me gelek sazî û desteyên çandî û civakî vexwendine. Her kes wê bi cilên xwe yên gelêrî, sitran, govend û karên kêrhatinên xwe yên hunerî beşdar bibin. Ji bo mêvanên ku wê beşdar bibin roja yekemîn 3 jin bi helbestên xwe wê beşdar bibin. Her sê jinên beşdar bibin Anahîta Sîno, Darîn Dûriyê ya ji pêkhateya suryanî û Jînda Mihemed a ji Hesekê ye. Ji navendê jî dê Kevana Zêrîn beşdar bibe."    'Em hêvî dikin ew ê her rojê mîhrîcanê xweş derbas bibe'   Ahînê wiha berdewam kir: "Du xwişkên ji Amedê bi lêdana kemencê û sentûrê dê beşdar bibin. Koma mûzîkê ya ji çar jinan pê ktê wê ji Reqayê beşdar bibin. Her wiha ev kom wê bernameyê roja yekemîn bi dawî bike. Roja duyemîn wê Helbestkar Meryem Temir a bi pirtûka axwe ya bi navê 'Gulên ji devê şer'dest pê bike. Pişt re jî bi şanoya bi navê 'qêrîn' bi beşdarbûna ji Kevana Zêrîn Derhêner  Sariya Baran û govenda Til Koçer ya erebî bidome. Herî dawî wê bi belavkirina xelatan a ji bo beşdarên wêjeyê dawî li bernameya rojê bê. Em hêvî dikin ew ê her rojê mîhrîcanê xweş derbas bibe."   'Armanca me ew e ku mîhrîcan bibe alîkarê huner û wêjevaniyê'   Ahînê xebatên hunerî yên bi şoreşa Rojava re hîn zêdetir pêş ketine wiha ragihand: "Hunermend û nivîskar bi riya mîhrîcanê zêdetir tên nasîn û digihin civakê. Weke Rewan Xelîl, Medya Xelîl û Nadiye Hesen ên ji Şehbayê ne. Bêguman derî ji beşdarên wêjeyê her vekiriye. Armanca me ew e ku mîhrîcan bibe alîkarê huner û wêjevaniyê. Ji xwe xwesteka me ew e hêz û enerjiya fikirandina jinê  bidin ragihandin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî mîhrîcanê bibin."