‘Bê zimanê dayikê em nikarin têkoşîna azadiyê bidin’ 2020-02-22 09:01:24   Medya Uren    AMED - Xebatên li ser parastina ziman her ku diçe berfirek dibin. Leman Elmaz û Hînê Dîncer bal kişandin ser xebatên ziman û gotin: "Herî zêde li hemberî ziman û çanda gelan êrîş pêk tên. Ziman û çand jî hebûna civakê ne. Li dijî êrîşan divê em topyekûn têbikoşîn û xwedî li ziman û çanda xwe derkevin."   Demek dirêjê nîqaşên parastina ziman û çandê di rojevê de ne. Di xebatan de te hewldan ku zimanê kurdî êdî bibe zimaneke rojane. Ji ber polîtîkayên bişaftinê êdî bandora zimanê kurdî li ser jiyana rojane nemaye. Hevseroka Enstituya Kurdî ya Stenbolê Leman Elmaz û Endama Platforma Çand û Zimanan nivîskar Hîne Dînçer derbarê êrîşên bişaftinê û axaftina bi kurdî de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. Leman û Hînê, destnîşan kirin ku divê partî, sazî û her kurdek êdî xwedî li zimanê xwe derkevin.    ‘Pêwîste em azadiya ziman bidestbixin’   Leman Elmaz di destpêka axaftina xwe de qala girîngiya ziman kir û got êrîş herî zêde li ser ziman û çandê tê kirin ji ber ku ziman hebûna civakê ye. Lemanê wiha berdewam kir: “Li dijî van êrîşan têkoşîn dayîn, di heman demê de parastina hafizeya civakê ye. Ger zimanê me tune be wê hebûna me ji ne pêkane be. Ji ber wê yekê divê em di destpêka her tiştî de rojeva xwe bikin ziman. Bi zimanekî tunebuyî re em ê kîjan azadiyê bidestbixin. Pêwîste em azadiya ziman bi bidestbixin.”   ‘Xebata herî girîng perwerdeya jinê ye’   Leman di berdewamiya axaftina xwe de cîh da van peyvan: “Bi armanca pêşvebirina ziman û çandê me gelek xebatên girîng hatin meşandin. Li gorî vê me encamên girîng jî bi dest xist. Me cihên lêkolîn û perwerdeya ziman vekirin. Ev destkeftiyên me ji bi êrîşan re rûbirû man. Lê ligel vê ji me bê navber xebatên xwe berdewam kirin. Me pêşniyar kir ku êdî di civînan de bi taybetî kurdî bê axaftin. Bê guman di vî alî de ji wê gav were avêtin. Ango ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdê em di nava hewildanan de nin. Di nav xebatan de jî rol û misyona jinê gelek girîng e. Divê em di destpêkê de têkoşîna xwe di malê de bidin meşandin. Ji ber ku mamusteyên perwerdê yê yekemîn dayik e.”   ‘Divê têkoşîna me mezin bibe’   Leman da zanîn ku ji bo pêşvebirina ziman dê di hemû qadan de xebat bidin meşandin û wiha berdewam kir: “Divê em zimanê kurdî bikin zimanê fermî. Ev yek jî di destê me de ne. Ligel hemû zextan me zimanê dayikê û çanda xwe heta îro anî. Li dijî êrîşan divê têkoşîna me jî mezin bibe. Zimanê kurdî wekî waneya bijarte di dibistanan de heye. Mixabin ev wane ji tene wekî nav heye. Ew bi hicetên cuda tên girtin û wane nayên dayîn. Bi wê êrîşên mezin yên bişaftin û qirkirinê didin meşandin. Ev êrîş hişmendî û nêzîkatiya hikûmetê dide nişandan.”   ‘Bi kurdî bijîn’   Nivîskar Hîne jî di destpêka xwe de bal kişand ser axaftina bi kurdî û wiha got: "Divê me di her qadê de bi kurdî bijîn. Divê em bi zimanê xwe li kuçe, mal, firoşgehan biaxivin. Bi taybetî divê em bi kurdî siyastê bikin. Ligel van yekan divê nivîskar bi kurdî berhemên xwe bihonin. Divê xwendevan jî berhemên bi kurdî hilbijêrin. Ev fayde wê bi giheje civaka giştî. Îro êrîş bi zanebûn li hemberî kurdan tê meşandin. Divê guhê me, çavên me vekirî bin.”