Komeleya Wêjekarên Kurd panela Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li dar xist 2020-02-21 08:54:25   AMED -  Komeleya Wêjekarên Kurd li Amedê panela 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li dar xist.    Bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Komeleya Wêjekarên Kurd li Amedê panel li dar xist. Panel li Komeleya Wêjekarên Kurd a li Vîlayên Diclekentê ya Amedê hat lidarxistin. Nivîskar Nesrîn Navdar û Osman Ozçelîk wekî panelîst beşdar bûn. Nivîskar Azad Zal jî moderatortiya panelê kir. Endam û rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd û gelek nivîskar û helbestkar beşdarî panelê bûn. Axaftina destpêkê ji aliyê Azad Zal ve hat kirin. Piştre Nesrîn Navdar li ser girîngî û wateya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê axivî. Osman Ozçelîk jî piştî Nesrîn Navdar axivî û bal kişand ser dewlemendiya Zimanê Kurdî û diyar kir ku zimanê Kurdî zimanê şaristaniyê ye.    'Divê em li her qadê bi Zimanê Kurdî biaxivin'   Nesrînê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ji bo zimanek winda nebe divê ew ziman xwedî lê bê derketin û wiha got:"Zimanê Kurdî zimanekî gelekî dewlemend e. Heger em li zimanê xwe xwedî dernekevin ew ê ber bi tunebûnê ve biçe. Divê em li her qadê bi Zimanê Kurdî biaxivin. Zimanê dayikê di aliyê derûnî de jî ji bo mirov baş e. Ziman dema winda bibe hebûna mirovan jî têk diçe. Dimilkî niha di rewşek xeter de ye loma divê em li Dimilkî xwedî derkevin. Em li her zaravayên Kurdî xwedî derkevin."   'Mezopotamya navenda şaristaniyê ye'   Osman Ozçelik diyar kir ku Zimanê Kurdî zimanê şaristaniyê ye û wiha dewam kir:"Mezopotamya navenda şaristaniyê ye. Zimanê Kurdî jî zimanê şaristaniyê ye. Aşê herî kevin li Erxeniyê li ser axa Mezopotamyayê hatiye dîtin. Her wiha gelek tiştên yekem li ser axa Mezopotamyayê hatiye dîtin. Axa me axek bi bereket e û zimanê me jî zimanekî dewlemend û yê şaristaniyê ye. Zimanekî ku zarok neaxivin ew ê ber bi tunebûnê ve biçe. Loma divê em hemû bibin yek û li zimanê xwe xwedî derkevin."