'Civakek bê ziman mehkumê hilweşînê ye' 2020-02-20 09:04:47   Medya Uren   AMED - Mîne Karakaş, bal kişand ser girîngiya 21'ê Sibatê û diyar kir ku malbat cihê perwerdeya yekem e û got: "Bi taybet li ser jin û ciwanan polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Li dijî bişaftinê divê axaftina bi kurdî bibe rojane û li hemû qadan bê axaftin."   Pakîstan zimanê welatiyên Bangledêşê qedexe dike, li dijî qedexeyê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Di 21’ê Sibata 1950’an de xwedevanên zanîngehê çalakî li dar xisti bûn, nîjadperest li hemberî xwendekaran êrîşeke bi tund pêk anîn. Ji ber vê sedemê Saziya Neteweyên Yekbuyî Ya Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO)  21’ê Sibatê di sala 1999’an de wekî Roja Zimanên Zikmakî ên Cîhanê qebûl kir. Hevseroka Komelaya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Mîne Karakaş derbarê girîngiya vê rojê de nêrînên xwe anîn ziman.    Zimanê gelên bindest her tim rastî êrîşan hatiye   Mîne diyar kir ku roja 21’ê Sibatê pir bi wateye, bi taybet ji bo gelên bindest û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Çawa ku zimanê Bangledeşiyan li ser xaka wan hat qedexekirin û li hemberî serhildana wan jî êrîşên pêkhatin. Îro ji Gelê Kurd û gelek neteweyên din bi êrîşên bi vî rengî re rûbirû dimînin. Bi taybetî em hikûmeta Tirkiyeyê binirxînin em ê bibînin ku ermen, suryan û kurd dixin van tengasiyan. Ango zimanê wan çanda wan ber bi tunebûnê ve diçe. Li Tirkiyeyê 18 ziman niha li ber tunebûnê ve diçe. Ji ber vê sedemê ev roj ji bo gelên bindest girîng e."   ‘Ziman hebûna civakê ye’   Mîne di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên nîjadperestan û wiha got: "Dema em dibêjin zimanê me hebûn û nasnameya me ye, heke em bi zimanê xwe neaxivin û zimanê xwe nezanin em ê netew, dîrok û hebûna xwe jî fêm nakin. Civakek bê ziman mehkumê hilweşînê ye. Ji ber wê yekê em dibêjin ziman bingehê xwebûna mirovahiyê ye. Ji ber vê sedemê divê em xwedî li ziman derbikevin û wê bi parêzin.”   ‘Zarok bi pergala bişaftinê re mezin dibin’   Mîne bal kişand li ser pargala bişaftinê ya hikûmetê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo netewek tune bikin di serî de êrîşê zimanê wan dikin. Bi vekirina pêş dibistanan re êrîşê hişê zarokan kirin. Zarokên di temenê 4 û 5  salî de dikevin bin bandora pergala dewletê. Ew bi wê hişmendiya serdest mezin dibin. Her wiha hebûn, dîrok, xwebûn û zimanê xwe ji winda dikin. Ango van polîtîkayên xwe rakirin qedemeyek jortir. Diwazin êrîşên navxweyî di nava Gele Kurd de çêbikin. Zaravayê zazakî weke ne zimanê kurdî didin nîşaqaş kirin. Bi vê yekê re di  nava kurdan de parçebûnê çêdikin.”   ‘Her mal dibistanek e’   Li dijî pergala bişaftinê Mîne got malbat cihê perwerdeya yekem e wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em xebatên perwerde û lêkolîna zaravayên zimanê kurdî dikin, lê ev têr nake. Divê em ziman bixin her qada jiyanê. Têkoşîna herî mezin di nava gel de tê dayîn. Bi taybet polîtîkayên asîmlasyonê li ser ciwan û jinan tên meşandin. Niha cûreyên teknolojiyê mixabin bûne wek amûrên bişaftinê.  Em jî bo wan tiştan dikarin di telefonên xwe de klavyeya kurdî bikar bînin, di televizyonên de dikarin bernameyên xwe yên kurdî temaşe bikin û hwd em dikarin li dijî pergala bişaftinê bertekek wiha nîşan bidin.”