Li Kobanê filîmê ‘Ji bo azadiyê’ wê sibehê bê pêşandan 2020-02-19 15:53:48   KOBANÊ - Endamên Komîna Fîlîman a Rojava dest bi amedekariyên filîmê ‘Ji bo azadiyê’ kirin Li kolanên Kobanê pankartên fîlîmê 'Ji bo azadiyê" hatin daliqandin û dê sibehê bê pêşkêşkirin.   Li Sûra Amedê li dijî dewleta tirk berxwedaneke bêhempa hat dayin. Endamên Komîna Fîlîman a Rojava di sala 2017’an de dest bi amedekariyên filîman kiribûn û xwestin vê berxwedanê bi gel re parve bikin. Filîm yekem car li Hindistanê hat pêşandan. Paşê li Ewropa, Holanda, Cizîr û  di gelek mîhrîcanan de, hatiye pêşkêşkirin. Sibehê wê filîmê 'Ji bo azadiyê' li Kobanê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido were pêşkêşkirin. Pêşandana filîman wê çar rojan  bidome.    Têkildarî fîlîmê ‘Ji bo azadiyê’ EndamaKomîna Fîlîman a Rojava Nadiya Derwêş ji me re armancên çêkirina filîm, parve kir.   Nadiya bal kişand ser armanca naveroka filîmê û wiha got: “Armanca me ew e ku em berxwedana Sûra Amedê, bi gelê xwe re parve bikin. Filîm li bajarê Kobanê hatiye amadekirin û kişandin. Ji ber ku Kobanê cihê berxwedan û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê  ye. Filîmê ‘Ji bo azadiyê’ cara yekem li Hindistanê hate pêşandan, lê  pêwîst bû  ku me cara yekem li Kobanê pêşkêş kiribane. Ji ber rewşa şer a ku herêm tê de derbas dibû, me nikaribû em cara yekem li Kobanê fîlîm bidin temaşekirin. Li hemû deverên ku filîm hatiye pêşandan, gel bi rengekî baldar li filîm temaşe dikirin. Li her deverekê girêdaneke  mezin hate nîşandan. Em hêvîdar in ku şêniyên Kobanê jî bi temaşekirina filîm berxtewar bibin.”