Li Stenbolê şeva dengbêjan hat lidarxistin 2020-02-19 10:48:01   STENBOL - Li Kartalê HDP'ê Şeva Dengbêjan li dar xist. Gel eleqeyek baş nîşanî klamên dengbêjan da.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Çandê ya Hasan Ali Yucel a li Navçeya Kartala Stenbolê Şeva Dengbêjan li dar xist. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, MEYA-DER, ANYAKA-DER, Rêxistina CHP'ê ya Kartalê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), gelek komeleyên wekî din, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci beşdarî Şeva Dengbêjan bûn.    'Dengbêj hafizaya gel e'   Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê Delal Şeker axaftina destpêkê kir. Delalê wiha got:"Çanda Kurd bi saya dengbêjiyê heta roja îro hatiye. Dengbêjî deng zindî dike. Dengbêj tiştên ku gel jiyaye tîne ziman. Carinan evînê, carinan xwezayê, gelek carî jî lehengî û îxanetê tîne ziman. Dengbêj nahêle çîrokên gel winda bibe. Dengbêj hafizaya gel e."   'Ew ê tu zext nikaribe çanda gelan têk bibe'   Piştre Erdal Avci axivî û got:"Gelên li Mezopotamyayê ji bo hebûna xwe ispat bikin bi salan bedelên mezin dan. Ew ê tu zext nikaribe çanda gelan têk bibe. Ji bo em bên vê astê ev 40 sal e em bedelên giran didin. Ji bo ev mîrateya bigihêje nifşên din em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Piştî axaftinan Nezir Agit, Xalide, Kazo, Alican Bilgin, Hozan Baran, Vechettin û Arif Xelati derketin ser dikê. Gel eleqeyek baş nîşanî klamên dengbêjan da.