Dengbêj Meryem: Di pêşketina Kurdî de rola mezin dikeve ser milê jinan 2020-02-19 09:11:04   Hîkmet Tunç   WAN - Rêvebera DÎSA-DER, dengbêj Meryem Tuncer ji bo Kurdî tune nebe bang li malbatan kir û got: “Ez ji temenê biçûk de dengbêjiyê dikim. Ez bi dengbêjiyê zimanê xwe didim jiyîn û diparêzim.”   Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17’ê Mijdara 1999’an de biryar da ku 21’ê Roja Tevgera Zimanê Dayikê bi navekî din Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî qebûl bike. 21’ê Sibatê li dijî zimanên di bin xetereyê de wek roja têkoşînê ye. Rêvebera Komeleya Lêkolîna Çand û Hunerê û Ziman (DÎSA-DER) ya li Wanê faliyetan dimeşîne, Meryem Tuncer der barê vê rojê de nirxandin kir.   Meryemê diyar kir ku her zindî bi awayekî xwe îfade dikin û mirov jî bi gotin û mîmîkan xwe îfade dikin. Meryemê di berdewamiyê de bal kişand ser Kurdan û got bi hezaran salane li ser vê axê dijîn û got: “Gel bi nasname, ziman û çandên xwe ji hev cuda dibin. Dewlemendî û cudahî hene. Ji bo em cudahiya xwe biparêzin jî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Yek ji ispatkirina hebûna mirovan jî zimanê dayikê ye.”   ‘Tevî hemû zextan Kurdî dijî’   Meryemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku Kurd û nasname, ziman, çandên li Rojhilata Navîn bi polîtîkayên tunebûnê re hatine rû hev û got: “Lê tevî înkar, îmha û asîmîlasyonê Kurdî li berxwe daye. Kurdî li berxwe daye lê ji bo bijî jî divê zêdetir hewldan hebin. Ji bo ziman bê jiyîn rolek mezin dikeve ser milê jinan. Ji ber jin mamoteya malê ye. Zimanê ku dayik li malê ji dayika xwe ji malbatê fêr dibe di tu sazî û komeleyê de nikare fêr bike. Di pêşketina Kurdî de rola mezin dikeve ser milê jinan. Divê hemû jin bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.”   ‘Fikara min ya herî mezin jibîrkirina ziman e’   Meryemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku yek ji armanca polîtîkayên koçberkirinê yên salên 90’î tunekirina çand, ziman û nasnameya Kurdan bû û wiha dawî lê anî: “Ez biçûk bûm malbata min ji gundekî Şirnexê koç kir. Fikara min a herî mezin jibîrkirina ziman bû. Ji ber ku ez ji temenê biçûkatiyê de denbêjiyê dikim. Min bi dengbêjiyê zimanê xwe parast û didim jiyîn.”