‘Dê yekitiya jinê, yekitiya netewî bi xwe re bîne’ 2020-02-18 09:03:44   Medya Uren   AMED - Yek ji rojeva herî girîng ya kudan yekitiya neteweyî ye. Hiqûqnas Perîxan Ehmet Kerîm, diyar kir ku di avakirina yekitiya neteweyî a kurd de rola jinê girîng e û got: "Roleke girîng dikeve li ser mile jinê ku dive hemû jinên kurd yekbûna xwe bi hêz bikin û bibin pêşengê yekitiyê."   Niha di rojeva kurdistanî û partiyên siyasiya de yekitiya neteweyî heye. Tekildarê mijarê de xebatên girîng jî tên meşandin. Herî dawî di 21 û 22’yê kanûnê de Komebata Yekitiya Jinên Kurd li Amedê hat lidarxistin. Di 11 û  12’yê çileyê de Platforma Tora Çand û Zimanên Kurdî pêk hat. Di 18 û 19’yê çileyê de jî Komebata Yekitiya Netewî hatibû lidarxistin. Her wiha di 1 û 02’yê çileyê de jî Tevgera Jinên Azad (TJA) konferansa xwe li dar xist û mijara yekitiyê girt dest. Di her komcivîn, komxebat û konferansê de mijara sereke yekitî bû. Hiqûqnas Perîxan Ehmet Kerîm a ku ji Hewlêrê beşdarî konferansa TJA'yê bibû, tekildarê mijarê de nêrînên xwe anî ziman.    ‘Dive dengê herî bilind yê jinê be’   Perîxan di destpêka axaftina xwe de qala girîngiya yekitiya netewî kir û wiha axivî: “Di yekbûna kurd de roleke girîng dikeve li ser mile jinên kurd. Dive em dozê li siyasetmendarên Kurd bikin ku berjewendiya tevahî netewê bigirin ber çavan. Divê em çarenûsa xwe ya di Rojhilata Navîn de diyar bikin. Ango wê weke her carî ji derve çarenûsa me were diyar kirin. Divê em jin bi taybetî ji bo vê yekê dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku ev maf yê hemû netew û gelan e. Mixabin ji durahiya dîrokê heya roja îro ev maf tê xesp kirin. Divê kurd doza yekitiya xwe pêşve bibe.  Ji ber ku wê yekitiya netewî û wekheviya hemû gelan mafê me ye.”   ‘Yekitî hêza serkeftinê diafirîne’   Perîxan anî ziman ku li gel xebatên bakurê Kurdistanê ew li başûrê Kurdistanê ji xebatên girîng didin meşandin û wiha berdewam kir: “Divê rojeva me ya herî di pêş de yekitiya netewî be ku her tişt bi vê re pêkane. Em ji dixwazin bi nîqaşan re sedema pirsgirêkê bibînin ku wê bi vê yekê re afirandina çareseriyê ji hîn hêsantir be. Mixabin hîna em negihaştine armanca xwe. Lê ev nayê wê wateyê ku gavên girîng nehatine avêtin. Em berdewamiya van xebatan dixwazin ku wê ger em yek bin wê armancên me bi ser kevin.”   ‘Jinên cihanê re bûn mînak'    Perîxan bal kişand li ser yekbûna jin û statuya wê a di civakê de û wiha got: "Roleke girîng dikeve li ser mile jinê ku dive hemû jinên kurd yekbûna xwe bi hêz bikin û bibin pêşengê yekitiyê. Min li bakurê Kurdistanê dîmenek yê yekitiyê û hêzbûnê dît. Ev divê ji jinên cîhanê re bibe mînakek mezin. Divê berê têkoşînên din statuya jinan a di civakê de were nîqaş kirin û sererast kirin ku ev li vir pêkhatiye. Ew nîşan didin ku jina kurd xwedî çi hêzê ye. Li dijî vê li rojavayê kurdisanê zayendperestiyek bi bandore ku ev dibe astengek mezin li beramberî jinan. Li hemberî van yekan têkoşînên me bê navber berdewam dikin. Me gavên girîng ji avêtin. Bi taybetî di aliyê jinan de gavên girîng hatin avêtin. Di hilbijartinên herêmî de jinan ciheke baş bi xwe girt. Şikandina van hişmendiyan bi yekitiya jinê re wê pêkane be ku yekitiya jin ji wê bibe sedema yekitiya kurd.”